Tûran ê polîsan qetil kir ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Mazlum Tûran (16) ê li Qoserê bi îdîaya li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin hate definkirin.

Cenazeyê Mazlum Tûran (16) ê li Qoserê bi îdîaya li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin hate definkirin. Dayika Tûran, Yuksel Tûran diyar kir ku kurê wê bi zanebûn hatiye qetilkirin û ev tişt got: "Li pişt stûyê kurê min dane. Ez ê her tim mafê kurê xwe biparêzim."

Cenazeyê Mazlum Tûran (16) ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi îdîaya li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, ji Amedê piştî otopsiyê anîn Qoserê. Cenaze di ketina Mêrdînê de ji aliyê girseya ku di nav de parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, Hevşaredarên Mêrdîn û Qoserê jî hene ve hate pêşwazîkirin û ji vir bi konvoyê anîn Qoserê. Cenaze ewil birin taxa Bahçelîevlerê mala xwe. Piştre bi dirûşma, “Şehîd namirin"  ji bo definkirinê birin Goristana Haci Şehmus a Bahçelîevler û piştî wecîbeyên olî hate definkirin. Serokê MEYADER a Mêrdînê Abdullatîf Tabar axivî û got ku li vê axê hê jî xwîn tê rijandin, tevî ku ew aştiyê dixwazin jî xwîn tê rijandin lê ew ê ti caran baweriya xwe ya bi aştiyê re tine nekin. Têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.

Piştre dayika Turan, Yuksel Tûran axivî û got ku kurê wê bi zanebûn hatiye kuştin û wiha axivî: "Tevî ku wesayît sekiniye jî ji pişt ve kurê min kuştine. Her du kesên li cem jî avêtine erdê û çek dane serê wan, xwestine wan jî bikujin. Ez ê her tim mafê kurê xwe biparêzim, ez ê heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biçim."

Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî diyar kir ku ew her tim ji bo aştiyê daxuyaniyan didin lê Serokkomar Tayyîp Erdogan di şer de israr dike. Ocalan got ku gelê Kurd wê her tim têkoşîna xwe bidomîne.

Piştî axaftinan kesên beşdarî merasîmê bûn ji bo malbatê sersaxî xwestin û çûn konê sersaxiyê yê li Taxa Bahçelîevler hatiye danîn.