Li Agirî û Riha 10 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Bazîd a Agiriyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin binçav kirin. Li Rihayê jî 4 ciwan hatin binçavkirin.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê di çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes di serdagirtina malan de hatin binçav kirin. Li Rihayê jî 4 ciwan hatin hatin binçavkirin.

LI BAZÎDÊ 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Bazîd a Agiriyê di çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî de li Taxa Yenîmahalle û malên TOKÎ'yê polîsan bi awayek hemwext bi ser malan de girtin û 6 kes binçavkirin. Mehmet Guçer, Firat Guçer û Ebren Oguz û 3 kesên ku navên wan ne diyar in birin Qereqola Uluyolê. Enes Guçer ê ku bav û birayê wî hatin binçav kirin diyar kir ku dema wî ji bo ku hîn bibe binçavkirî dibin ku derê polîsan şopandiye, polîs wesayita wî dane sekinandin, çek danîne serê wî û gefan li wî xwarine

Li Rihayê 4 ciwanên bi navê Şîlan Çetîner, Recep Çalişkan, Omer Akpolat û Servet Kiliç bi hinceta "bombe avêtin avahiya AKP'ê" ya navçeya Eyyubiye hatin binçavkirin.

Li Rihayê 4 ciwanên bi navê Şîlan Çetîner, Recep Çalişkan, Omer Akpolat û Servet Kiliç bi hinceta "bombe avêtinin avahiya AKP'ê" ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.