Gerîlayan li gelek navendan çalakî pêk anîn
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Bakurê Kurdistanê didomin. Gerîlayên YJA Starê çalakiyek li hemberî wesayîta leşkerî ya ber bi navenda Şemzînan ve diçû li dar xistin.
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Bakurê Kurdistanê didomin. Gerîlayên YJA Starê çalakiyek li hemberî wesayîta leşkerî ya ber bi navenda Şemzînan ve diçû li dar xistin.
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Bakurê Kurdistanê didomin. Gerîlayên YJA Starê çalakiyek li hemberî wesayîta leşkerî ya ber bi navenda Şemzînan ve diçû li dar xistin. Roja 28’ê Tebaxê li Taxa Sanayî ya girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê jî çalakiyek sabotajê li hemberî otobuseke zirxî ya polîsan hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 jê giran 15 polîs jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku, Roja 29’ê Tebaxê di saet 14:45’an de gerîlayên YJA Star çalakiyek bi çekên giran û ferdî li herêma Dola Bermêşa li hemberî konvoya leşkerî ya ji qereqola Şapatan diçû navenda Şemzînan a girêdayî navçeya Colemêrgê li dar xistine. Di encama çalakiyê de wesayîtekî zirxî hatiye derbkirin, 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
HPG’ê destnîşan kir ku piştî çalakiyê di saet 15:30’an de di dema ku leşkerên teqwiye xwestine ji qereqolên Şapatan û Radyolog ji bo mudaxaleyî bikevin herêmê, hêzên me yên gerîla li van hêzên teqwiyeyê xistine û 2 leşkerên din jî hatine kuştin. HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Dîsa artêşa Tirk di saet 16:30’an de li herêmê operasyon daye destpêkirin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv daye leşkerên xwestine herêmê dorpêç bikin. Li ser vê yekê artêşa Tirk paşde vekişiyaye û di saet 18:00’an de tîmên xwe yên taybet li Dola Bermêşa, Şapatan û Taxa Elden bi cih kiriye. Piştre di saet 19:00’an de operasyon bi temamî paşde vekişiyaye. Her wiha piştî vê çalakiya hat lidarxistin de, qereqolên Alaya Şemzînan, Garê û Girê Goman, herêma di navbera gundê Sararo û Taxa Şapatanê de bi obus û hewanan bombebaran kiriye. Saet di navbera 20:00 – 00:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêmê re geriyane û keşif pêk anîne. Di pevçûnên dema operasyonê de derket de jî bi giştî 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Baz Feraşîn hatiye lidarxistin.
BI ÇEKÊN FERDÎ ÇALAKÎ LI HEMBERÎ QEREQOLA OREMARÊ
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 08:00 – 08:30’an de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek li hemberî qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistine. Di vê çalakiyê de çeperek a hewanê hatiye îmhakirin û tankek jî bi awayekî giran hatiye derbkirin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 – 18:00’an de hêzên me yên gerîla ji 2 baskên cuda ve bi çekên giran çalakiyek li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li derdora Girê Şehîd Kendal a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Rêya di navbera Colemêrg – Çelê de, rêya di navbera herêma Geliyê Doskî – Qereqola Oremarê de, rêya di navbera herêma Mêrgezerê – qereqolên Oremar û Şitaza de, rêya di navbera gundê Derya yê girêdayî Şemzînan – qereqola Bêzelê de di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 – 19:00’an de hêzên me yên gerîla li ser rêya di sêgoşeya hêrêmê Helena, Katona û Garê yên girêdayî Şemzînanê ya girêdayî Colemêrgê de çalakiyê rê girtinê pêk anîne. Di vê kontrola rê de li gel kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de agahdarî jî hatiye kirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saetên şevê de, hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyona bazê ya Vodafone, Turkcell û Avea yê ya nêzîkî qereqola Seregol a girêdayî navçeya Elbax a Wanê li dar xistine û di vê çalakiyê de îstasyona bazê hatiye îmhakirin.
Hêzên me yên gerîla leşkerên leşkerên artêşa Tirk ên li girê Meskan ê girêdayî Colemêrgê bi cih bûne dorpêç kiriye. Ti tevgerekî artêşa Tirk a ji hewayî û bejahiyê ve pêş nakeve.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 13:30’an de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek ji mesafeyek nêzîk li hemberî qereqola girê Gundikê Şêx ê girêdayî Sêrtê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 kûle hatine îmhakirin û 3 leşker jî hatine kuştin. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê derxistiye. Her wiha piştî çalakiyê helîkopterên Kobra jî herêm rasterast gulebaran kirine. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Besta jiyana xwe ji dest dane hatiye lidarxistin.
LI MÊRDÎNÊ DI DEMA DERBASBÛNA OTOBUSA ZIRXÎ YA POLÎSAN DE ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Roja 28’ê Tebaxê di saet 21:25’an de hêzên me yên gerîla li Taxa Sanayî ya girêdayî navçeya Qoser a girêdayî Mêrdînê, di dema derbasbûna otobuseke zirxî ya ku têde 24 polîs hebû de çalakiyek sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatine kuştin, 6 jê giran bi giştî 15 polîs jî birîndar bûne. Wesayîtên zirxî yên ku piştî çalakiyê hatine cihê bûyerê herêm rasterast gulebaran kirine. Di vê demê de kesên ku di hindirê wesayîteke sivîl a li cihê bûyerê re derbas dibûn jî di encama gulebaranê de birîndar bûne. Mazlûm Tûran ê 16 salî yê ku di nava kesên birîndar bû de jî hatiye qetilkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 20:30’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sabojatê li hemberî îstasyona bazê ya Turk Telecom a li herêma di navbera Mamxurî û Gundê Kîrîtanî yên girêdayî navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê de li dar xistine û îstasyona bazê çalakiyê de hatiye îmhakirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 06:00’an de rêya ji gundê Garisa ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê diçe qereqolên Xargol û Tirya, di heman demê de rêya ji Sêrt, Berwarî diçe gundê Garisa ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye girtin. Li ser rê kontrola nasnameyan û agahdarkirina der barê pêvajoyê de ji gel re hatiye kirin. Ev rê hê jî di bin kontrola hêzên me de ye.
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 17:00 û 20:00’an de hêzên me yên gerîla rêya di navbera Licê û Pasûr ên navçeyên Amedê girtine. Hêzên me di 60 wesayîtan de kontrola nasnameyan kiriye û der barê pêvajoyê de propaganda kirine.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 00:45’an de wesayîteke ku kelûpel ji qereqola Hegasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê re dibir ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye sekinandin û şewitandin.
LI HEMBERÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKIYA BI ROKETAN
Roja 29’ê Tebaxê di saet 21:45’an de li navenda navçeya Farqîn a Amedê wesayîtek ku bi awayekî rasterast nexweşxane gulebaran dikir, ev wesayîta zirxî ketiye kemîna hêzên me yên gerîla de û bi roketan hatiye hedefxirtin. Wesayîta ku bû hedef şewitiye. Li gorî çavkaniyên herêmî 4 polîsên di hundirê wesayîtê de hatine kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Serhat hatiye lidarxistin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 19:00’an de li navçeya Farqîn a Amedê kûleyek, konteynir û xwaringehek ku ewlehiya bendavê digirin ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatine hedefgirtin. Di çalakiya ku bi çekên giran hat lidarxistin de, ji ber bersivdana leşkeran pevçûnek demkurt rû daye. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 16:30’an de hêzên dijmin bi çeka A-4 a li girê Zerga gelê ku weke mertalên zindî li herêmê diman bi awayekî rasterast gulebaran kirine. Dîsa di saet 20:00’an de bi hewanan herêma mertalên zindî bombebaran kirine. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derketiye, leşkeran temirandina şewatê asteng kirine. Di sibeha roja 30’ê Tebaxê de hî tevgera zêde ya helîkopterên Skorsky li ser herêmê qewimiye.
Roja 28’ê Tebaxê hêzên me yên gerîla yên ku li rêgehek di navbera Amed û Çewlikê de rê girtine, li vir 4 wesayîtên TIR ên şîrketa Nasirogullari yak u kelûpel ji bo bendavê dibirin bi kelûpelên wê ve şewitandine û îmha kirine.
ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI HEMBERÎ ÎSTASYONA BAZÊ
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 – 21:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiya sabotajê li hemberî 3 îstasyonên bazê yên Turkcell, Vodefone û Avea yên di navbera Darahênê û Yayla yên girêdayî Çewlikê de li dar xistine û îmha kirine.
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 22:00 – 23:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek li hemberî tîmên taybet ên li navenda navçeya Depê ya girêdayî Elezîzê li dar xistine. Kûleya ku 2 polîs têde hatiye hedefgirtin û hatiye îmhakirin. Her wiha di çalakiya ku şaxê TEM’ê jî hat hedefgirtin pevçûnek bi qasî 15 deqeyan rû daye. Hejmara mirî û birîndarên piştî vê pevçûnê nehatiye zelalkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 00:30’an de li Taxa Mîrzan a girêdayî Çewlikê de, 6 îstasyonên bazê yên TRT’ê, Bêtêla Polîsan, Turkcell, Vodafone û Avea’yê ji aliyê gerîlayên me ve hatine hedefgirtin û hatine îmhakirin. 7 wesayîtên zirxî yên ji bo mudaxaleyê hatine cihê bûyerê bi roketan hatine gulebarankirin, bes guleya roketan lê neketiye. Hejmara mirî û birîndarên di encama vê pevçûnê de nehatine zanîn, hêzên me bêyî windahî vegeriyane cihên xwe.
LI SER RÊYA DI NAVBERA ERZIROM – QAQIZMANÊ DE KONTROLA NASNAMEYAN
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 14:00’an de rêgehekî di navbera Erzirom û Qaqizmanê de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye girtin. Bi qasî 40 wesayîtên ku kom bûne de kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ji gel re der barê pêşketinên dawiyê de agahdarkirin hatiye kirin. Piştre 3 wesayîtên TIR hatine şewitandin û îmhakirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 20:35’an de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyoneke bazê ya Turkcelê ya di navbera gundên Turkmen û Çîftlîk ên girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê de li dar xistine. Di vê çalakiya sabotajê de îstasyon bi temamî hatiye îmhakirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 01:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî xeta boriyê ya gaza xwezayî ya li Îdirê re derbas dibe li dar xistine. Di vê çalakiyê de boriya xeta gaza xwezayî hatiye îmhakirin. Ji ber ku veguhestina gazê nebû, agir bi xetê neketiye.