Ji bo 1’ê Îlonê banga tevlîbûnê

Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê sibe li Amedê bê dayîn, banga tevlîbûnê hat kirin. Li Bismilê jî jin bi wesîleya 1’ê Îlonê derketin qadan.

Ji bo daxuyaniya  1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê sibe li Amedê bê dayîn, banga tevlîbûnê hat kirin. Li Bismilê jî jin bi wesîleya 1’ê Îlonê derketin qadan.

Di pêşengiya rêxistinên DBP û HDP’ê yên Bajêr de wê sibe di çarçoveya aktîvîteyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn. Wê daxuyanî sibe saet 17.30’î li Qada Îstasyonê ya 5’ê Hezîranê li hember mîtînga HDP’ê êrîşa bombeyî pêk hatibû  were lidarxistin. Ji bo tevlîbûna daxuyaniyê bang hat kirin.

BISMIL

Li navçeya Bismil a Amedê Kongreya Jinên Azad (KJA)’yê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Çalakiya ku li pêşiya avahiyên Başakşehîr a girêdayî navçeya Bismilê hat lidarxistin, Alîkara Hevşaredarê Bismil Hatîce Elma, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Bismilê Aygul Yagişû gelek jinan tevlîbûn jêre çêkir. Bi navê jinan Aktîvîsta KJA’yê Eda Kaygûsûz daxuyanî da û balkişand ser êrîşên bombeyî yên ji beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li hemberî HDP’ê. Kaygûsûz got, hikûmeta AKP’ê di bin navê DAIŞ’ê de operasyonan li hemberî gelê Kurd pêk tîne. Kaygûsûz diyar kir ku operasyon her roj têne berfirehkirin, di dema van operasyonan de jin, zarok û mirovên sivîl têne hedefgirtin û qetilkirin.