Aydin ê polîsan qetil kir ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Faruk Aydin ê HPG'î yê li Silopiyayê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin tevî astengiyên Walîtiya Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Faruk Aydin ê HPG'î yê li Silopiyayê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin tevî astengiyên Walîtiya Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Faruk Aydin ê HPG'î yê li Silopiyayê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin tevî astengiyên Walîtiya Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Bavê Aydin, Haci Alî Aydin di merasîmê de axivî û wiha got: "Em berdêlên giran didin. Lê heta gelê Kurd azad bibe û aştî bê li ser vî axê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Cenazeyê Faruk Aydin (Gelhat) ê HPG'î yê yek ji 3 ciwanên ku li Silopiya ya Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin bû li Goristana Zevya ya Sêrtê hate definkirin. Cenazeyê Aydin li pira Bîlorisê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û bi konvoyê ve ber bi Sêrtê derket rê. Di ketina Sêrtê de bi biryara walî polîsan nehişt caneze bikeve bajar lê konvoy li rêya Berwariyê kete Sêrtê. Li Taxa Alanê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û birin Mizgefta Şêx Faraç. Piştre jî ji bo bê definkirin birin Goristana Zevyeyê. Cenaze bi tilîlî û dirûşmên ve hate definkirin.
'HETA AŞTÎ BÊ WÊ TÊKOŞÎN BIDOME'
Bavê Aydin, Haci Alî Aydin di merasîmê de axivî û wiha got: "Kurê min ne şehîdê yekem e ne jî yê bibe dawî. Em berdêlên giran didin. Lê heta gelê Kurd azad bibe û aştî bê li ser vî axê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Nûnerê MEYADER'ê yê Sêrtê Abbas Çîftçî jî li dijî helwesta Waliyê Sêrtê nerazîbûn nîşan da û got ku çi dikin bila bikin gelê Kurd wê di rêya şehîdên xwe de bimeşin.
Parlamenterê HDP'ê Kadrî Yildirim jî "Li hemberî vê êşê bi çi bibêjim kêm e" bikar anî û got wê nikaribe biaxive.
Parlamentera HDP'ê Hatîce Sevîptekîn jî axivî û got ku heta aştî neyê vî axê wê nesekinin.
Li aliyê din ji bo Aydin li Parka Orhan Dogan konê sersaxiyê hate vedan û wê sibehê saet di 14.00'an de bi girseyî meş bê lidarxistin.