Koma ji Hambûrgê Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' dimeşîne

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê tê meşandin dewam dike. Çalakî di hefteya 167. de ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Elmanya Hambûrgê ve tê meşandin.

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê tê meşandin dewam dike. Çalakî di hefteya 167. de ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Elmanya Hambûrgê ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, di roja 1160. de ji aliyê Kurdistaniyên bi navê Alî Çîftçî, Memet Kûrtalan, Alîşan Polat û Bedîa Demîr ên ji bajarê Elmanya Hambûrgê ve hatin, dewr hat girtin.

Endamên komê bi gelê li Strasboûrgê re sohbetê dikin û der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyan didin. Çalakgeran diyar kirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî beşdarî vê çalakiyê bûne.

Çalakger wê di nava hefteyekê de broşurên ji biyografiya Ocalan belav bikin, li ser berxwedanên li Rojava, Şengal û Kobanê agahiyan bidin û hewl bidin bala raya giştî bikişînin ser van mijaran.

BANGA WIJDANÊ LI SER DEWLETÊN EWROPAYÊ HAT KIRIN

Di daxuyaniya li ser navê komê de bang li dewletên Ewropayê hat kirin û ji ber rola xwe ya neyînî di komploya 15'ê Sibatê de ji van dewletan xwestin ku 'hesabê wijdanî' bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletên cîhanê yên komploker, divê êdî azadiya gelê Kurd bê şert û merc radest bikin. Ji ber ku wan azadiya me dizîn. Li Îmraliyê ne Rêberê me, wan gelê Kurd heps kirin. Girîng e dewletên Ewropayê komkujiyên ji aliyê dîktatoriya Erdogan ve tên kirin bibînin, li gorî wê helwestê nîşan bidin û bi alîkarîdayîna rizgariya gelê Kurd re wijdanê xwe rehet bikin."

'DI REWŞEKE LI WELÊT HOVÎTÎ HEYE DE, HERAM E MIROV LI EWROPAYÊ BI DILREHETÎ RAZÊN'

Çalakgeran bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê û ji Kurdên li Ewropayê xwest, ku li hemberî bûyerên diqewimin bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, hovîtî û komkujiyên ji aliyê TC ve tên kirin, şermezar dikin. Heta em sax bin em ê têkoşîna xwe, baweriya xwe ya bi Rêberê xwe gel û azadiya xwe, berxwedan û çalakiya xwe bidomînin. Di rewşeke ku li welêt hovîtî tê jiyîn de li Ewropayê raketina bi dilrehetî heram e. Divê her kes êşa li wir tê jiyîn, li vir hîs bike. Girîng e em feryada gelê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê. Bi vê armancê divê em li her qadê têbikoş in û li dijî komkujiyan bisekinin."

'ERDOGAN, EM Ê CAREKE DIN TE NEKIN SEROK'

Çalakgeran ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê jî gotin, "Ne bawerim ku pirsgirêka bendê hebe, êdî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê her tiştî baştir dibînin. Em ê hîn bêhtir mezin bibin û şerê serokatiya Erdogan bisekinînin. Dewlet, al, meqam hwd. ti tişt ji jiyana mirovan ne bi qîmettir e. Ji bo avakirina jiyaneke nû em tên û dibêjin 'Erdogan, em ê careke din te nekin serok".

Di çarçoveya nobeda azadiyê de ku ketiye roja 1162'an, heta niha bi sed hezaran belavok û broşur hatine belavkirin.

...