Li Nisêbîn û Amedê 5 kes hatin girtin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Li Amedê jî 3 rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

2 roj berê Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan û Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hatibûn binçavkirin û serbest hatibûn berdan. Li ser daxwaza dozgeriyê Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan dîsa hatin binçavkirin û birin Edliyeya Nisêbînê.
Hevşaredar Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Zinnet Algan piştî îfade dan, bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN
Nûçegihanê Vice News Jake Hanrahan, kameravan Phîlîp Pendlebury û tercumanê wan ê tê diyarkirin ji Silêmaniyê ye yên ji bo şopandina nûçeyan hatin Amedê û ajokarê li gel wan ku 27’ê Tebaxê li navçeya Sûr a Amedê hatibûn binçavkirin piştî karûbarên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Nûçegihanê Vice News Jake Hanrahan, kameravan Phîlîp Pendlebury û tercumanê wan ê tê diyarkirin ji Silêmaniyê ye bi hinceta “Li gel ku endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê. Ajokar serbest hat berdan.
Rojnamevan li navçeya Sûrê ya Amedê ya li hember zexta dewletê xwerêveberî hatibû îlankirin çavdêrî kiribûn, bi ciwanên xweparastin dikirin roportaj çêkirbûn û dema ji Taxa Fatîhpaşa derdiketin hatibûn binçavkirin.