Nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hat aşkerakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li derdora girê Dogan ê herêma Bestayê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li derdora girê Dogan ê herêma Bestayê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê dauyaniyek nivîskî weşand û wiha got, “Roja 29’ê Tebaxê 3 hevalên me yên di saetên sibê de dema li derdora girê Dogan a girêdayî herêma Besta yê li erkekê bûn dest danîne ser wesayîteke zad û qût dibir qereqolê.  Tîma me ya gerîla ya wesayît desteser kir û bi komeke cerdevan rastî hev hatine.  Gerîlayên me hişyariya em li gel we şer nakin û divê hûn jî li gel me şer nekin li cerdevanan kiriye. Lê tevî vê hişyariyê jî di navbera cerdevan û gerîlayên me de pevçûn rû dide. Di dema ku pevçûn berdewam dikir de artêşa Tirk mudaxale kiriye.

Di dema ku ev pevçûn berdewam dikir Tabûra Besta jî bi çekên giran hatiye hedefgirtin. Artêşa Tirk jî bi çekên giran bersiv daye û pevçûnê berdewam kiriye. Herêm ji aliyê Kobra, obus û hawanan ve bi awayekî dijwar zêde hatiye bomberdûmankirin. Di van pevçûnan de 2 gerîlayên me şehîd ketine.”

HPG’ê bal kişand ser daxuyaniya ku Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a roja 27’ê Tebaxê kir û wiha dewam kir: “Daxuyaniyeke berfireh a der barê polîtîkayên Kurd bi Kurd dane kuştin de hatibû kirin. Di vê daxuyaniyê de bi girîngî hatiye destnîşankirin ku divê hemû derdorên cerdevan baş bizanin ku biryara partiya me heye ku wê gerîlayên me qet çalakiyê li hemberî derdorên cerdevan pêk neyne. Cerdevanên ku tevî hişyariya pevçûn çênebe ya gerîlayên me bi guleberdanê bersiv dane jî ev in: Sercerdevan Salih Babat, cerdevanên din jî, Mûhsîn Babat, Tûran Babat, Ahmet Babat, Serbest Bîlen û Mehmet Bîlen e.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

 

Nasnav: Amara Jiyan

Nav û Paşnav: Fatma Gazyak

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Besna - Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxê 2015 / Şirnex

 

Nasnav: Kerîm Şirnak

Nav û Paşnav: Kadîr Ûcû

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Nafiye - Berces

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Tebaxê 2015 / Şirnex

...