Polîsên bi ser Şaredariya Cizîrê de girtin xwestin Îmret binçav bikin
Li Cizîrê polîsan piştî êrîşa li hemberî Qeymeqamtiyê hatîkirin bi ser şaredariyê de girtin û xwestin Hevşaredar Leyla Îmret binçav bikin.
Li Cizîrê polîsan piştî êrîşa li hemberî Qeymeqamtiyê hatîkirin bi ser şaredariyê de girtin û xwestin Hevşaredar Leyla Îmret binçav bikin.
Li Cizîrê polîsan piştî êrîşa li hemberî Qeymeqamtiyê hat kirin bi ser şaredariyê de girtin û xwestin Hevşaredar Leyla Îmret binçav bikin.
Piştî êrîşa li hemberî avahiya Qeymeqamtiya navçeya Cizîr a Şirnexê, di êrîşê de polîsek û kesekî navê wî nehat zanîn li pêşiya avahiyê birîndar bûn. Bi hinceta ku kesê êrîş pêk anî reviyaye avahiya Şaredariya Cizîrê, polîsan ji qeta duyemîn a avahiyê gule berdan û di encamê de kesekê astengdar ê mejî yê bi navê Reşo li navçeyê tê naskirin ji lingê xwe birîndar bû. Polîsên ku bi ser odeya Hevşaredaran girt, xwestin Hevşaredar Leyla Îmret a nerazîbûn nîşanê van pêkanînan da binçav bikin. Di vê navberê de bi ser gotina mufetîşekî li Şaredariyê bi gotina“Ez jî erkdarekî gelemperiyê me hûn nikarin mudaxale bikin li hemberî wan derket û piştre jî polîs ji odeyê derketin. Piştî ku polîsan li odeyên avahiya Şaredariyê lêkolîn pêk anîn ji Şaredariyê derketin.
Der barê bûyerê de li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevşaredarên Cizîrê Kadîr Kûnûr û Leyla Îmret, Rêveberên HDP û DBP’ê yên Cizîrê, xebatkarên Şaredariyê û gelek welatî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr diyar kir ku, pevçûna çekdarî veguhestin avahiya Şaredariyê û xwestin provokasyonan derxin. Kûnûr got, “Îro piştî nîvro li avahiya şaredariyê êrîşeke çekdarî pêk hat. Êrîşa ku hat kirin provokasyoneke mezin e li hemberî gelê Cizîrê.” Kûnûr da zanîn ku avahiya şaredariyê saziyeke sivîl e û hundirê wê jî tijî mirovên sivîl in. Kûnûr got, “Êrîşa hat kirin bi çi armancê hatibe kirin bila hatibe kirin em bi nefret şermezar dikin. Em ji vê derê diyardikin ku lîstikên têne lîstin em ê vala derxin.”
Hevşaredar Leyla Îmret jî diyar kir ku di dema bûyerê de li gel mufetîşên çavdêriyê li odeya xwe ya meqamê de bû. Îmret ragihand ku avahiya Şaredariyê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye serdegirtin û xwestine wê binçav bikin. Îmret got, “Hê jî me nezanî çi qewimiye, tîmên taybet ketin hundir. Bi qîrkirinê gotin ‘rabe ti bi me re tê’ û xwestin min binçav bikin. Min bi diyarkirina tişta ku tê kirin pir şaş e. Keseke hat hilbijartin bi vî awayî nayê binçavkirin li ber xwe da. Piştî ku Qeymeqamê navçeyê geriya polîsan dest ji binçavkirina min berdan.”