Êrîşên li hember Geverê, li hember hemû gelên Tirkiyeyê ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Geverê axivî û diyar kir ku gelê Geverê bi rojan e ji bo hemû gelên Tirkiyeyê li ber xwe dide.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Geverê axivî û diyar kir ku gelê Geverê bi rojan e ji bo hemû gelên Tirkiyeyê li ber xwe dide û wiha got: "Êrîşa li dijî Geverê, li dijî hemû gelan e. Yên ku dixwazin Geverê teslîm bigirin hewl didin hemû gelên Tirkiyeyê teslîm bigirin. Gever ji bo pêşeroja welatê me li ber xwe dide."

Heyeta HDP'ê ya ji Hevseroka Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Kamuran Yuksek, Parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Saruhan Oluç, YUrdusev Ozsokmenler, Garo Paylan, Alî Kenanoglu, Lezgîn Botan, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê CUneyt Canîş pêk tê ji bo lêkolînan hate Gever a ku bi rojan e êrîşa polîsan heye.

Li ser navê heyetê Fîgen yuksekdag axivî û wiha got: "Yên ku jiyana bi rûmet ji bo me zêde dibînin şer dan destpêkirin. Danîna sondiqan û piştre jî encama ku derketiye qebûl nekirin ne demokrasî ye, faşîzm e. Îktidara ku îro jî Tirkiyeyê dixe nava şer ev encama demokratîk qebûl nekiriye û li dijî vê yekê darbe pêk anî. Rejîma darbeyê ya Tayyîp Erdogan ji hilbijartinan heta niha li dijî gelan sûc dike. Me duh jî li hemberî vê îktidara zalim serê xwe netewand em ê ti caran jî serê xwe netewînin."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ GELAN E'

Yuksekdag anî ziman ku darbekar dixwazin hemû gelên Tirkiyeyê dîl bigirin û wiha berdewam kir: "Êrîşên li dijî Geverê li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Yên ku dixwazin Geverê teslîm bigirin hewl didin hemû gelên Tirkiyeyê teslîm bigirin. Gelê Geverê jî bi vî zanebûnê li ber xwe dide. Ne tenê ji bo axa xwe ji bo azadiya Kurdan na ji bo azadiya hemû gelan li ber xwe dide. Gever ji bo pêşeroja welatê me li ber xwe dide, ev berxwedana mafdar û bi rûmet e."

Yuksekdag destnîşan kir ku di destê dewletê de tank, top, helîkopter hene lê tekane çeka wan berxwedana wan a mafdar, rewabûna daxwazan e, bawerî ye. Yuksekdag got ku gelê Geverê li dijî rêveberiya xerab mafê xwerêvebirinê dixwaze.

YUKSEK: BILA DEWLET Û WELAT YEK BE LÊ XWESERÎ HEBE

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî anî ziman ku têkoşîna ku gelê Geverê dide pîroz e û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî ti caran paşve gav neavêjin. Ev berxwedan wê mora xwe li sedsalê bixe. Li dijî berxwedana gelê me hikûmeta AKP'ê êrîşan dike. Ev ji êrîşên DAIŞ'ê kêmtir nîne. Dixwazin gelê me biçewisînin. Lê ti caran gelê me têk naçe. Daxwaza me li ser axa xwe, xwerêvebirin e. Em li ser axa xwe dixwazin azad bijîn. Em dixwazin gelê me rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin. Em naxwazin welat parçe bibe. Bila dewlet hebe, welat heman welat be lê xweseriya demokratîk bila hebe."

Heyet piştî axaftinan ji bo sersaxiyê çûn malbata Yakup Babat, Fettah Es ên hatin qetilkirin û serdana malbata gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gever) a li Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Heyet piştre derbasî Şemzînanê bû.