Gerîlayan balafireke keşfê xistin

Balafireke keşfê ya artêşa Tirk a li ser qereqola Garê ya Şemzînan a Colemêrgê digeriya ji aliyê gerîlayan va hat xistin.

Duh saet 14.00’an balafireke keşfê ya Bayraktar a li ser qereqola Garê difiriya ji aliyê gerîlayan ve hat xistin. Balafira keşfê ya li nêzî qereqolê ket, dema gerîla çûn enqaza balafira keşfê hat teyîtkirin ku balafir ketiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, piştrast kir ku pêgera hewayî ya bêmirov hatiye xistin.