Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gasyak ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Star Fatma Gasyak a li herêma Besta jiyana xwe ji dest da, li ser milên jinan hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Star Fatma Gasyak a li herêma Besta jiyana xwe ji dest da, li ser milên jinan hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Star Fatma Gasyak a li herêma Besta jiyana xwe ji dest da, li ser milên jinan hat oxirkirin.
Roja bihurî li herêma Besta ya Şirnexê di navbera cerdevan û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Di şer de gerîlaya YJA Star'ê Fatma Gasyak (Amara Jiyan) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fatma Gasyak piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û li Goristana Esrî ya Cizîrê hat definkirin. Cenazeyê Gaysak ji aliyê Malbata Gaysak, endam û rêveberên MEYA-DER'ê jî di nav de ji aliyê sedan kesan ve hat wergirtin. Bi sedan wesayît beşdarî karwana cenaze bûn û cenaze anîn navçeya Cizîrê. Cenazeyê Gaysak li Cizîrê ji aliyê hezaran kesan ve hat wergirtin û li Goristana Esrî ya Cizîrê hat definkirin. Di merasîma cenaze de girsê bê navber li çepikan xist û dirûşma, "Şehît namirin" berz kirin. Girseyê di merasîmê de wêneyên gerîlaya YJA Star Gasyak rakirin û heta goristanê meşiyan. Piştî definkirina cenazeyê Gaysak, Rêveberê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît, diyar kir ku ew ê rêya şehîdên xwe bişopînin û gelê Kurd wê li dijî van kuştinan berxwedana bi rûmet bimeşîne. Yîgît, anî ziman ku wê têkoşîna xwe berdewam bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asiye Yuksel jî anî ziman ku jin û ciwanên gelê Kurd wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin.
Bavê gerîlaya YJA Star'ê Gasyak Alî Gasyak jî anî ziman ku keça wî şehîda hemû gelê Kurdistanê ye û got gelê Kurd sax be. Merasîm bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û dûayan bi dawî bû.