Polîsên Tirk li Dêrsimê êrîşî ciwanan kirin

Li Dêrsimê ciwanên ku komkujiya li Kurdistanê pêş dikevin şermezar kirin û çalakî pêk anîn, rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan jî bersiv dan polîsan û pevçûn derketin.

Li Dêrsimê ciwanên ku komkujiya li Kurdistanê pêş dikevin şermezar kirin û çalakî pêk anîn, rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan jî bersiv dan polîsan û pevçûn derketin.

Komek ciwan li Kolana Cûmhûriyetê kom bû û êrîşên polîs û tîmên taybet ên komkujiya gel şermezar kir. Ciwanên ku li ser rê barîkat danîn rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan, bi bombeyên gazê û ava şid êrîş pêk anîn. Ciwanan jî li dijî êrîşa polîsan parastina rewa pêk anî û bi kevir û molotofan bersiv da polîsan. Şerê di navbera ciwan û polîsan de heta demekê di nava kolanan de berdewam kir.

Piştî polîs vekişiyan bûyer bi dawî bûn.