HPG: Li hember komkujiyên dewleta Tirk çalakiyên gerîlayan didomin
Gerîlayên HPG’ê li hember êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd bi çalakiyan bersiv didin. Di pevçûnan de 25 leşker hatin kuştin, 8 jê giran 11 leşker jî birîndar bûne.
Gerîlayên HPG’ê li hember êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd bi çalakiyan bersiv didin. Di pevçûnan de 25 leşker hatin kuştin, 8 jê giran 11 leşker jî birîndar bûne.
Gerîlayên HPG’ê li hember êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd bi çalakiyan bersiv didin. Di pevçûnan de 25 leşker hatin kuştin, 8 jê giran 11 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li hember êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd bi çalakiyan bersiv didin.
HPG’ê têkildarî pevçûnan ev agahî da: “Sê rojên dawî ne, pevçûnên li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê didomin. 4’ê Îlonê ji saetên serê sibê heta saet 19.00’an di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa Tirk de pevçûn didomin. Artêşa TC hewl dida bi piştgiriya helîkopterên kobra û tankan pêşde biçe. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla ji 5 baskan bi awayekî bi bandor li artêşa TC xistin. Di encama derbên gerîlayên me de artêşa TC neçar ma vekişe. 4’ê Îlonê saet di navbera 07.00 - 12.00 û 16.00 - 17.30 balafirên şer ên artêşa TC bi helîkopter, topên mîsket, hawan û obusan qada Geliyê Doskî bombe kiriye. Bi bomberdûmanê ew helîkopterên Kobra û wesayîtên zirxî yên xwestin bikevin qadê di encama ku gerîlayên me bi çekên giran bersiv dan vekişiyan.
Dîsa heman rojê hêzên me yên gerîla sate di navbera 17.00 -17.30’î de li hember girê Zevîsorê yê girêdayî Mêrgezerê li hember artêşa TC bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û leşkerek birîndar bûye.
LI HEMBER GIRÊ ÇALAREŞKÊ DI SAETÊN SIBÊ DE ÇALAKÎ
Dîsa artêşa TC bi koordîneya pêgerên hewayî yên bê mirov ji 4’ê Îlonê danê êvarî heta îro saetên sibê bi obus, hewan, tank û helîkopterên Kobrayê herêma Geliyê Doskî bomberdûman kir. Gerîlayên me îro di saetên sibê ji mesafeyek nêz ve li hember girê Çalareşkê yê leşkeran xwe ji berê ve bi cih kiribûn çalakiyek pêk anîn û 2 leşker kuştin. Pevçûn hê jî didomin.
Di 3’ê Îlonê saet 23.00'an de gerîlayên me li hember îstasyonek bazê ya li nêzî pireya Cîryanê ya girêdayî navçeya Geverê ya Colemergê çalakiyek pêk anîn û ev îstasyon bi temamî îmha kirin.
Di 4’ê Îlonê saet navbera 14.00 - 15.00’an de helîkopterek Skorsky ku ji qereqola Geman a girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemergê ber bi barergehê hêzên me hat bi çekên giran bi awayekî bandor hat hedefgirtin û derbeyên giran xwar, neçar ma bireve. Piştî çalakiyê qereqola Geman bi obus, hewan û tankan gundê Dêravê bombebaran kir. Ev bombebaran bu sedem ku erazî bişewite.
Di 4’ê Îlonê saet 18.00'an de kamyoneke ku bar ji qereqola Bêdewê ya girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemergê dibir, gerîlayên YJA Starê agir berdanê û îmha kirin.
Di 4’ê Îlonê saet navbera 08.00 - 09.00’an de gerîlayên me li hember qereqola Bezelê ya girêdayî navçeya Şemzînanê bi çekên giran çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Bezelê herêma Çarçela bi obus û hewanan bomberdûman kir.
LI HEMBER PIRA ÇEMKA ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Di 5’ê Îlonê saet 00.00'an de Hêzên gerîlayên me li hember pira Çemka ya li navbera Colemerg û Çelê ye çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de pir bi temamî hat îmhakirin.
Di 4’ê Îlonê saet navbera 17.00 - 19.30’an de li Herêmên Parastina Medya qereqola Serbesta ya li sînorê herêma Metîna û navçeya Çelê ya girêdayî bajarê Colemergê tevgera helîkopterên Kobrayê çêbûn.
Ji 3’ê Îlonê û vir ve rêyên Arûş û Aşût ên navbera Şirnex- Çelê di bin kontrola gerîlayên me de ne.
Di 2’ê Îlonê danê êvarî li herêma Daharre ya girêdayî navçeya Zêdkan a bajarê Agirî artêşa TC operasyonek da destpêkirin. Operasyon bi qismî vekişiya, lê hê jî qismek yekîne xwe li erazî veşartiye.
RÊYÊN DÊRSİM-ERZÎNGAN Û DÊRSİM –PILÛR DI BIN KONTROLA GERÎLA DE NE
Di 4’ê Îlonê saet 21.20'an de li hember îstasyona bazê ya Turkcellê ya nêzî navçeya Mazgirtê ya girêdayî Dêrsimê gerîlayan çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encam de îstasyon bi temamî hat îmhakirin.
Ji 17’ê Tebaxê heta niha rêyên Dêrsim - Erzîngan û Dêrsim – Pilûr di bin kontrola gerîlayan de ne. Ev kontrol bi kontrolên nasnameyan didomin.
Di 4’ê Îlonê saet 20.45'an de li hember lojmanên Tabûrên Komandoyan ên li navenda navçeya Misircê ya girêdayî Sêrtê gerîlayên me çalakiyek pêk anî, leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.
Ev 3 roj in artêşa TC û cerdevan rêyên navbera qereqolên Sîrya, Alaya TRT’ê û Helêla ya navçeya Erûhê girêdayî bajarê Sêrtê digirin. 20 cerdevanên ku li girê wekî Erûha kevn dihat naskirin bi cih kirine û ev zextê li ser gel çêdikin. Lê nêzî gundê li bin vî girî leşkeran mayin teqandin û avêtin stûyê gerîlayên me. Ji bo hişyariyê hêzên me di saet 22.45’an de girê Erûha Kevn bi çekên navîn gulebaran kirin.
DI ÇALAKIYA PAYÎZAVA DE HERÎ KÊM 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Berê jî me diyar kir; di 1’ê Îlonê saet 20.30'an de li hember konvoyek ji 60 wesayîtên zirxî yên Tugaya Komandoyên Çiyê yên Bolu û Hêzên Taybet barkirî li ser rêya navbera qereqolên Xoşav û Guzeldere yên girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, gerîlayên me dema ji Wanê diçûn Colemergê bi bombeyek 200 kîloyî çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên Kîrpî bi temamî hatin îmhakirin, bi zelalî 14 leşker hatin kuştin. 10 ambulans ji bo mirî û birîndarên xwe rakin hatin cihê bûyerê.
Di 3’ê Îlonê saet 20.00'an hêzên gerîlayên me Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Mehmûdî ya girêdayî bajarê Wanê ji xwe re kirin hedef. Çalakî bi çekên ferdî û giran pêk hat, roketek B-7 jî li kulubeya nobedar ket û ev kulube îmha bû. Mirî û birîndarên avahiya emniyetê nehat zelalkirin.
Di 4’ê Îlonê saet 07.25'an de li hemberî komek leşkerê lêkolîn-lêgerîn di navbera qereqolên Tîrîşkî û Kisimli yên girêdayî herêma Geliyê Marînos a navçeya Elbakê ya girêdayî bajarê Wane dikirin, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Teqîn li cihê ku 5 leşker kom bibûn pêk hat û di encam de 3 leşker mirin,2 bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saetekê helîkopteran mirî û birîndarên xwe rakirin. Heta saet 21.00’an qereqola Kisimli bi tank û topan derdora xwe bomberdûman kir.
Gerîlayên me dorpêçkirina girê Meşkanê yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemergê didomînin. Di 4’ê Îlonê saet 14.00’an de li hemberî girê Meşkanê çalakiyek sûîqestê pêk hat û leşkerek hat kuştin. Di heman demê de gir bi çekên giran û navîn ve hat lêdan. Leşkeran bi hewan, A-4 û çekên giran rasterast li derdora xwe dan û di encam de agir bi erazî ket û hê jî didome.
Ev hefteyeke rêya Çelê û Sılehê di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Di 4’ê Îlonê saet 18.30’an de Skorsky a ji taburê ji bo ewlehiya bendavê ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê bike rabû gerîlayên me ew xist kemînê û bi çekên ferdî û giran lê dan. Helîkoptera derbe xwar ji qadê dûr ket.
LI KOPÊ LI HEMBERÎ WESAYÎTA KÎRPÎ SABOTAJ
Di 3’ê Îlonê saet 20.00'an de li hemberî wesayîteke zirxî ya tîpa kîrpî di navbera Kop û Mûşê çalakiyek sabotajê pêk hat. Duh me gotibû em ê piştre encamê wê bidin, di vê çalakiyê de 2 bi giranî birîndar 8 leşker birîndar bûn.
Di 4’ê Îlonê saet 09.15'an de operasyona ku artêşa TC bi alîkariya cerdevanan li herêmên Morxa Jor û Morxa Jêr ya girêdayî navçeya Norşînê ya Bedlîsê destpê kirî hê jî didome.
Di 4’ê Îlonê saet 21.00'an de li hemberî kişla û nîzamiya wê ya girêdayî navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê gerîlayên me çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên ku di nîzamiyeyê de hatin kuştin.”