Encu: Cizîrê dişewite, deng derxin

Parlamenterê HDP’yî Ferhat Encu, diyar kir ku pevçûnên li Cizîrê didomin û banga: “Cizîrê dişewite, deng derxin” kir. Parlamenter Faysal Sariyildiz jî anî ziman ku sewqa birîndaran a nexweşxaneyan tê astengkirin û terkî mirinê tên kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê terora dewletê ya bi qedexeya derketina derve ya şevê din destpê kir, didome.

Li navçeyê ji ber xetên telefon û înternetê qut bûne agahiyên zelal nayên wergirtin. Li gor agahiyên nehatine teytkirin gelek birîndar hene.

BIRÎNDAR TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li navçeyê ye got: “Êrîşên li hember gel didomin. Li taxan gelek birîndar hene. Nahêlin ambulans bikevin taxan.”

Sariyildiz anî ziman ku birîndar terkî mirinê hatine kirin û got: “Astengkirina birîndaran ên radikin nexweşxaneyan dijmintiya herî çavsor e. Hêrsa gelekî ya zarokên wan terkî mirinê tên kirin, ti aştî nikare deyne.”

EWLEKARIYA CAN NÎNE

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Ferhat Encu jî diyar kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin, lewma nexweşxane nikare xizmeta tenduristiyê bide.

Encu ragihand ku hê jî qedexeya derketina derve didome û bi rêya Twitter ev agahî da: "Polîs çekan li min jî dikişîne. Li Cizîrê qedexeya derketina derve didome. Heyeta li gel min di Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de asê ma. Ewlekariya canê me nîne. Li gor hevdîtina min bi rêya telefonê bi hevalên rojnamevan re kir pevçûnên li taxan didomin.”