Du şervanên YPG’ê li Hesekê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê yên li Mebrûka jiyana xwe ji dest dan, li Hesekê spartin axê.

Şervanên YPG’ê Yara Alî (Xwînda Xabûr) û Remzî Xazî (Nîdal Rojava) yên li Mebrûka ya girêdayî Serêkaniya Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Davûdiye ya Hesekê bi girseyî hatin defnkirin. Li gel bi sedan welatiyan, Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, rayedarên PYD’ê, sazî û dezgehên civaka sivîl di merasîmê de amade bûn.

'EM Ê GIRÊDAYÎ RÊGEZÊN ŞEHÎDAN BIN'

Nûcan Hesen a di merasîmê de li ser navê TEV-DEM’ê axivî wiha got: "Em li vir du ciwanên xwe yên ji bo xaka xwe têkoşiyane û şehîd ketine dispêrin axê. Wan dest ji xaka xwe bernedan. Di bin şert û mercî de têkoşiyan û şehîd ketin. Bi kurtasî peyama wan ev e: 'Mirin jî be, jiyan jî be wê li van xakan be.’ Ya dikeve ser milên me jî girêdana bi rêgezên wan e. Azadkirina Mebrûka di çarçoveya Pêngava Şehîd Rûbar de li ser vî esasî ye.”

Hat diyarkirin ku Yara Alî û Remzî Xazî sala 2014’an li navçeya Mebrûka ya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan.