Onlu: Zimanê ku zîhniyeta çetegir fêm dike serhildan e
Dêrsimiyan terora dewletê ya li bajêr protesto kirin. Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku zimanê zîhniyeta çetegir jê fêm dike serhildan e.
Dêrsimiyan terora dewletê ya li bajêr protesto kirin. Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu ê di çalakiyê de axivî diyar kir ku zimanê zîhniyeta çetegir jê fêm dike serhildan e.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Dêrsimê, têkildarî terora dewletê ya li bajêr li Kolana Sanat daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Bi sedan kes bi dirûşma, “Qatil polîs, ji Dêrsimê bicehime” ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiya, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Parlamenterên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Sekretera Giştî ya SES Bîrsen Seyhan û nûnerên partiyên siyasî jî di nav girseyê de cih girtin.
SOLMAZ: BI HEWESA BI TENA XWE BIBIN DESTHILATDAR ŞER DESTPÊ KIRIN
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Dêrsimê Gurbuz Solmaz ê daxuyanî xwend, bal kişand ser terora dewletê û pevçûna duh a li bajêr. Solmaz sersaxî ji malbata Ayten Gunhan a di bûyera duh de birîndar û û paşê jiyana xwe ji dest da xwest.
Solmaz bal kişand ser van xisûsan: "Serokkomar Erdogan bi xwesteka seroktiyê û hesreta AKP bi tena xwe bibe desthilatdar dixwaze li Tirkiyeyê ji nû ve atmosfereke şer ava bike.”
'DIVÊ AKP’E DEST JI BÊÇARESERIYÊ BERDE'
Solmaz xwest ku bila AKP dest ji ferzkirina bêçareseriyê berde û her du alî çekan bêdeng bikin. Solmaz destnîşan kir ku ji bo bêpevçûniyê divê gav bên avêtin û dest bi diyalogê bê kirin.
ONLU: QESR Û ÇETEYA WÎ ÊRÎŞÎ DÊRSIMÊ KIRIN
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu wiha axivî: "Ez ji malbata hevala Ayten a ji bo gelê xwe, rûmeta xwe jiyana xwe daniye holê re sersaxiyê dixwazim. Pêvajoya heyî rastiya şer radixe ber çavan. Qesr û çeteya wî li Cizîr û Silopiyayê xwe nîşan dan. Duh jî li Dêrsimê bûn. Lê ji yên şer dixwazin re gelê Dêrsimê bersiva herî baş dan. Zîhniyeta çetegiran herî baş ji zimanê serhildanê fêm dikin.”
SEYHAN: TENDURISTVAN TÊN GULEBARANKIRIN, JI KAR TÊN AVÊTIN
Li ser îdîayên ku li navenda bajêr polîs ambulans û xebatkarên tenduristiyê gulebaran dikin, Sekreterê Giştî yê SES’ê Bîrsen Seyhan hat Dêrsimê û wiha got: “Piştî hilbijartinan me çavên xwe bi şer li rojê vekir. Şer birîndarî ye, êş e. Em dibînin, dibihîzin, dibin şahid. Dema şer didome, pewîst e em xizmeta tenduristiyê bidin. Lê hevalên me yê vê xizmetê didin gulebaran dikin, ji kar diavêjin. Em dîsa tevî her tiştî jî dibêjin ‘aştî’. Em dest jê bernadin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse bi dirûşm û çepikan bilav bû.
SAET 17.00'AN ÇALAKÎ HEYE
Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan îro wê di saet 17.00’an de li Qada Seyîd Riza çalakiya aştiyê li dar bixe. Parêzer Fatma Kalsen der barê mijarê de got: “Danê êvarî em ê li qadê bin. Em ê bi beroş, erbane, pêpîk û daholan ji bo aştiyê biqîrin.”