Li Kopê 5 kes hatin girtin
Li gundê Kekelî yê Kopê ji 9 welatiyên di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Li navçeya Kopê ya Mûşê leşker û tîmên taybet di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi ser gundê Kekeliyê de girtibûn, ji 9 welatiyên hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin. 9 welatiyên hatibûn binçavkirin piştî kar û barê wan ên li midûriyeta polîsan bi dawî bû, derxistin dozgeriyê. Dozgeriyê piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê ew şandin Dadgeha Ceza û Sulhê. Piştî îfadeya li dadgehê Alî Kahraman, Siracettîn Akilli, Tahir Taşdemîr û Erhan Taşdemîr bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Welatiyên bi navê Nurettîn Akan, Ayhan Hasçelîk, Omer Taş, Nurettîn Kirmizitaş û Îsmaîl Demîrcî bi hincetên "endamên rêxistinê ne", "komîte ava kirine" û "yekbûna dewletê parçe dikin" ve hatin girtin.
Welatiyê hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.