Polîsên Tirk destûr nadin heyeta HDP’ê derbasî Cizîrê bibe

Heyeta HDP'ê bi boneya li Cizîrê lekolîn bike xwest biçe Cizîrê, lê polîsan destûr nedan.

Heyeta HDP'ê bi boneya li Cizîrê lekolîn bike xwest biçe Cizîrê, lê polîsan destûr nedan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji duh ve hewldanên komkujiyê berdewam dikin û HDP jî ji bo rê li ber van hewldanan bigire heyetek duyemîn şand Cizîrê. Heyeta HDP'ê ku ji parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Ziya Çalişkan, Ayşe Acar Başaran û Mehmet Alî Aslan, pêk tê beriya bigihêjin Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Wekîlê HDP'ê Aslan, anî ziman ku polîs destûr nadin wan û Walî û Qeymeqam jî bersivê nadin wekîlan.

RAWESTÎNA HEYETÊ YA LI DERVEYÎ CIZÎRÊ DIDOME

Berê jî heyeta HDP'ê ya yekemîn ku di nav de parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Nursel Aydogan, Mahmut Togrul, Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk cih digirt, duh piştî biryara qedexekirina derve hatibû girtin ber bi bajêr ve bi rê ketibûn lê ketina wan a bajêr ji aliyê leşkeran ve hatibû astengkirin. Heyet li hemberî hewldanên astengkirinê bi meşê gihiştibû bajêr.