Şîmşek: Beriya dereng bikeve divê her kes destê xwe bixe bin kevir
Li Taxa Hasirli ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê dorpêça polîsên tîmên taybet ên rasterast gule berdan û Salîha Opçîn (39) bi giranî birîndarkirin didome.
Li Taxa Hasirli ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê dorpêça polîsên tîmên taybet ên rasterast gule berdan û Salîha Opçîn (39) bi giranî birîndarkirin didome.
Li Taxa Hasirli ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê dorpêça polîsên tîmên taybet ên rasterast gule berdan û Salîha Opçîn (39) bi giranî birîndarkirin didome. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek ê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku polîsên tîmên taybet ên Taxa Hasirli dorpêç kirine bi çekên lûle dirêj li kolanan bi cih bûne û ji bo êrîşî gel bikin tên rawestandin. Şîmşek bal kişand ku şerê qirêj ê ji aliyê hikûmeta demkî ve katiye dewrê gihiştiye nuqteyeke ku nayê telafîkirin û got: “Beriya dereng bikeve divê her kes destê xwe bixe bi kevir. Ji êrîşên li hember gelê Kurd û dorpêçkirinê re bêje be e.”
DORPÊÇA TÎMÊN TAYBET DIDOME
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek got ku tevî pevçûn sekinîne jî dorpêça tîmên taybet didome. Şîmşek got: “Ji ber polîs û tîmên taybet bi panzêran di nav kolanân û li ber deriyan in gel pir aciz e. Rewşeke dijderketinê heye.”
Şîmşek diyar kir ku şerê AKP’ê kiriye dewrê gihiştiye nuqteyeke ku nayê telafîkirin. Şîmşek destnîşan kir ku pêwîst e beriya dereng bikeve hemû derdor nerazîbûn û refleksa xwe nîşan bidin.