Sune li Nisêbînê ji aliyê dehhezaan ve hat oxirkirin

Cenazeyê Lokman Sune ku duh ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, ji aliyê dehhezaran kesan ve hat definkirin.

Cenazeyê Lokman Sune ku duh ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, ji aliyê dehhezaran kesan ve hat definkirin.

Duh Lokman Sune yê 22 salî ku bavê 2 zarokan bû, dema çû marketê xwarin bistîne ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin. Cenazeyê Sume piştî rapora otopsiyê ji Amedê anîn Nisêbînê, ji aliyê dehhezaran kesan ve li qada Newrozê ya Nisêbînê bi dirûşman hate pêşwazîkirin. Girseyê cenaze pêşwazî kir û heta Mizgefta Şêx Muhamed a Taxa Firatê meşiyan. Piştî kar û barê olî yê li mizgeftê, girseyê darbesta ala kesk, sor û zer pêça, li ser milan birin Goristanê ya Taxa Yenîşehîrê. Di merasîma cenaze de wekîlên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Enîse Guneylî, rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên DBP’î yên herema Mêrdînê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî amade bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sune û ala KCK ya mezin hate hildan. Girseyê bê navber dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna li erdê namîne”, “Hevrê Loqman bê mirin e”, “Qatil Erdogan” û “Bijî Serok Apo” berz kir û hêrsa xwe anî ziman.

Welatiyên beşdarî merasîma cenaze bûn heta ser goristanê meşiyan û li goristanê hêjmara wan gihişt 30 hezar kesan. Girseyê destpêkê cenaze bir malbatê û piştre birin goristanê. Girseyê ku hêrsa xwe li hemberî polîsan anîn ziman cenaze birin Goristana Mohriz a Yenîşehîrê. Girseyê li goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Xizmên Sume darbest hêmbêz kirin û piştre cenaze defin kirin.

Di merasimê de hevserokê MEYA-DER’a Mêrdînê Latîf Tabar diyar kir ku ew ê her tim li pey soz û doza cangoriyên xwe bin.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî destnîşan kir ku heta li ser vê xakê jiyanek bi rûmet û azad neyê avakirin ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û got ku ew ê li pêşberî zalimên hov û neyaran ew hê bêhtir berxwedana xwe bilind bikin.

‘KURÊ MIN ÎNFAZKIRIN’

Bavê Sune, Xelef Sune jî anî ziman ku kurê wî înfaz kirine û kurê wî şehîdê Kurdistanê yê.

Piştî axaftinan cenaze bi dirûşman hate definkirin. Wê serdanên sersaxiyê li ber mala Sune bên qebûlkirin.

Piştî merasîm bi dawî bû li taxa Firat, Dîcle û Yenîşehîrê dengê teqîna bombeyan û çekan hat.