Qendîl cara duyemîn hat bombekirin
Balafirên şer ên Tirk, cara duyemîn herêma Qendîlê bombe kirin. Di êrîşa bombeyî de gundên Bole û Komûtan hedef hatin girtin.
Balafirên şer ên Tirk, cara duyemîn herêma Qendîlê bombe kirin. Di êrîşa bombeyî de gundên Bole û Komûtan hedef hatin girtin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di 24:00 de gundê Komûtan ê herêma Qendîlê bombe kirin. 6 bombeyên ji balafiran hatin avêtin li gund ketin. Ji ber bomberdûmanê dehl û rezê gundiyan şewitîn, xisareke madî rû da. Saet di 03:00 de jî êrîşa duyemîn a bombeyî rû da. Di vê bomberdûmanê de gundê Bole û cara duyemîn Biryargeha Dr. Qasimlo hedef hatin girtin. Piştî bomberdûmanê eletkrîkên gund qut bûn û rê xera bû.
Şêniyên gundê Bole nerazîbûneke mezin nîşanî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dan. Ji gundiyan Mamoste Cewahîr bi van gotinan nerazîbûna xwe nîşan da: "Dewleta Tirk çawa ku li Bakurê Kurdistanê Kurdan qetil dike, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî Kurdan bi heman rengî qetil bike. Dixwazin me ji cih û warên me derxînin."