Başaran: Li Cizîrê tank û top li hemberî biryardariya gel bêçare mane!

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a ji rojan destpêkiran êrîşên li hemberî gel û vir ve li Cizîrê ye, destnîşan kir ku li hemberî êrîşên hikûmeta AKP'ê gelê Cizîrê bi berxwedaneke mezin a vînê re li ser piyan maye.

Navçeya Cizîrê, li hemberî briyara xwerêveberiyê ya gel, ev pênc roj in ji aliyê bi hezaran leşker, polîs û tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a ji rojan destpêkiran êrîşên li hemberî gel û vir ve li Cizîrê ye, destnîşan kir ku li hemberî êrîşên hikûmeta AKP'ê gelê Cizîrê bi berxwedaneke mezin a vînê re li ser piyan maye.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, li dijî modela xwerêveberiyê ya ji aliyê Meclîsên Gel ve hat ragihandin, bi fermana Wezareta Karên Hundir re navçe ji aliyê leşker, polîs û tîmên tevgera taybet ve hatiye dorpêçkirin. Di encama êrîşa leşker û tîmên tevgera taybet a bi çekên giran de gelek sivîl, zarok û extiyaran jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar başaran a 5 roj in li Cizîrê lêkolînan pêk tîne, berxwedana gelê Cizîrê û êrîşên lê rast tên, ji ANF'ê re vegot.

Başaran got, "Di roja duyemîn a êrîşên leşker-polîsan ên li hemberî gelê Cizîrê de weke heyeta duyemîn em ketin ser rêya Cizîrê. Ji roja em hatine û vir ve astengiya leşkeran derket pêşiya me. Heta Cizîrê em di 4 bendên kontrolê re derbas bûn. Dema me xwe gihandin navenda navçeyê, di destpêkê de em çûn nexweşxaneyê. Li wir doktorek hebû. Tîmên tevgera taybet li nexweşxaneyê tijî bûn. Nexweşxane ji aliyê hêzên çekdar ve hatibû dorpêçkirin. Personelên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê ji me re ragihandin ku ew nikarin derkevin derve. Ji ber qedexeya derketina derve ev 5 roj in nikarin ji nexweşxaneyê derkevin. Her wiha tedawiya 75 nexweşên diyalîzê nikare were kirin. Piştî ku em ji nexweşxaneyê derket, em li polîsan geriyan û me ji wan re gotin ku em diçin navenda navçeyê. Lê belê dema em di rêgeha şaredariyê de diçûn, gaza îsotê avêtin me, dûre gule li me reşandin. Bombeyeke balkêş a gazê ye. Ev bombeya gazê weke bombeavêj tê zanîn. Li taxa Nûrê ev bombe gelekî hat bikaranîn. Sivîlek ji ber vê bombeyê bi giranî birîndar bû. Destûr ji hatina ambûlansan re nayê dayîn. Ji ber jêçûna xwînê gelek mirov terkî mirinê tên kirin. Qeymeqamê Cizîrê û Waliyê Şirnexê ji xwe bi ti awayî telefonên venakin. Di ser wezîr re me dest li rewşê werdan."

Başaran anî ziman ku zarok, extiyar ji bo qetilkirina her kesên derdikevin derve gule tên reşandin û destnîşan kir ku diya Cemîle ya 10 salî ya bi guleya li dilê wê ket jiyana xwe ji dest da, sekneke hêja nîşan daye. Başaran diyar kir ku destûra veşartina Cemîle ji aliyê hêzên dewletê ve nehat dayîn û ragirtina cenazeyên wê bi vî rengî vegot: "Duh gule berdan dilê zarokeke keç a 10 salî ya bi navê Cemîle Çagirga. Dayika keçikê heta sibehê li ber serê bedena keça xwe ya bê ruh sekinîbû. Di salên 90'î de ji vê malbatê 7 kes bi rokêtan hatibûn qetilkirin. Dayik gelekî bi bîr bû, gelekî matmayî mam. Tevî ku di vê rewşê de bû bi tenê li hemberî sîstemê, li hemberî dewletê îsyan dikir. Neçar ma cenazeyê keça xwe têxe sarincê. Li heman taxê 2 cenazeyên din nekarîbû bixin sarincê. Dema me ev cenaze li hev civand, gule li gel reşandin. Bi wesayîtên zirxî hewl dan wekîlan jî li nava kolanan bieciqînin. Polîsan gotin, 'Cenazeyan bibin cihekî girse lê nîne, naxwe em li parlamenteriya we guhdarî nakin, em ê guleyan bireşînin'. Lê belê gel dîsa bi awayekî girseyî xwedî li cenazeyan derket û bi wesayîtên sivîl gihand morgê."

Başaran diyar kir ku destwerdana li Cizîrê ya navê 'operasyon paqijkirinê' lê hatiye kirin, ancax bi mirina 150 hezar mirovan dikare bigihêje armanca axwe û destnîşan kir ku li hemberî sekna bi biryar a gelê Cizîrê tank û top êdî bêwate bûne.

Başaran da zanîn ku li Cizîrê dewlet bi tank û topan bi ser gel ve diçe, lê gelê Cizîrê gelekî bi bawer û biryardar e û got, "Ti carî ji biryardariya xwe venagere. Tevî çekên giran ên dewletê jî gel di pozîsyona parastina rewa de li kolanên xwe, li ber deriyane. Belê, dibe ku derfet gelekî kêm bin, li hemû tax di nava komînê de nanê xwe bi hev re parve dike. Yê ava xwe nebe, avê didê. Di hin saetên diyarkirî de gel çalakiya derxistina deng pêk tîne û li hemberî qedexeya derketina derve ya dewletê, vîna xwe nîşan dide. Gelê Cizîrê beyana vîna xwe kiriye û bi awayekî zelal ragihandiye ku êdî vê helwesta dewletê qebûl nake. Binêrin 5 roj in bi tank û topan êrîşî vî gelî dikin. Gelo vî gelî gavek jî paş ve avêtiye? Ji vê derê ji kes an jî kesên dewletê birêve dibin û biryara hewldana komkujiyê dane re dibêjim: Gelê Cizîrê wê teslîm nebe, ya hûnê vî gelî bi tank û topan tine bikin, ya jî ev gel ji vê saetê û pê ve nayê îqnakirin. Li vê derê ne tenê berxwedana ciwanan dest bi çek heye, li vir beyana vîna gelekî heye. Bi kuştina zarokên gelê Cizîrê re ev pirsgirêk çareser nabe. Me di destpêkê de hewl dan bibin navbeynkar, lê belê leşker û tîmên taybet ên çekdar ev peyam dan em; 'Em dewlet in, yên me nas nakin em jî wan nas nakin'."

Başaran da xuyakirin ku piştî wesayîtên zirxî ket nava navçeyê, rewş gelekî aloz bû û got, "Dema em di destpêkê de hatin Cizîrê em ketin nava tirs û fikaran, lê belê piştî ku me rewş dît, me got; ti çek nikare bi vê vîna gel û ev vîn naşikê. Dema hatim taxê, min dît ku li hemberî qedexeya derketina derve bi sedan kes ji nişka ve derketin holê. Di vî warî de moral û motîvasyon gelekî bilind e. Mirov vê dibêjin; ya em ê li hemberî zilma dewletê ya her roj zarokên me qetil dikin serê xwe netewînin, ya jî em ê ji înkara vê sîstemê rizgar bibin."

Başaran diyar kir ku doktorekî li nexweşxaneyê jî bajar terikandiye û ev bang li raya giştî ya demokratîk û navneteweyî kir: "Li dijî vê zîhniyeta hov a bi tank û topan êrîşî welatiyên xwe dike, ku cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de nîne, divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê xwedî li Cizîrê derkevin. Gel vê zilma li navçeyeke ji 150 hezar kesî, êdî qebûl nake. Li hemberî biryara "lê bide" ya Serokwezîr û Serokkomar eger hemû gel bêdeng bimîne, wê sibe heman tişt bê serê wan jî. Ev zîhniyeta li pêş çavê her kesî pitika 35 rojî qeti kir, pêkanînên xwe yên hov xistiye dewrê. Niha bersiv ji pêwîstiya elektrîk, av û xwarinê ya gel nayê dayîn. Ev gel wê heta kengî qebûl bike li mala xwe bê ragirtin? Gelo li benda mirina mirovan a ji birçîbûna ne? Gel tevî komkujiyeke mezin jî wê xwe biavêje pêşiya tank û topên dewletê. Herî dawî ji me re hat ragihandin ku doktorekî li nexweşxaneyê, nexweşxane terikandiye û çûye. Dewletê doktorekî bi tenê jî nehişt bimîne, ku birîndaran tedawî bike."