AKP hat protestokirin, Cizîr hat silavkirin
Li bajarên cuda yên Kurdistanê gel herikî kolanan û terora dewlete ya li Cizîrê şermezar kir.
Li bajarên cuda yên Kurdistanê gel herikî kolanan û terora dewlete ya li Cizîrê şermezar kir.
Nerazîbûna li hemberî terora AKP'ê ya li Cizîrê dimeşîne, dewam dike. Li Şirnex, Mêrdîn, Amed, Edene û Wanê, polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê hatin şermezarkirin û piştgirî ji gelê Cizîrê hat dayîn.
ŞIRNEX
Gelê Şirnexê, bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya li Cizîrê, danê êvarê li qûşxaneyan xistin û çalakiya xirecirê pêk anîn. Çalakî li hemû taxên bajêr di heman demê de pêk hat. Li kolanên bajêr dirûşmên "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye" hatin qîrîn. Êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê li hemberî xwepêşandanê rastî nerazîbûnan hat. Bi armanca piştgiriya gelê Cizîrê, çalakiya Şirnexiyan a sekinandina jiyanê jî dewam dike. Li bajêr ji bilî dermanfiroş û firinan, ti dikan û wesayît naxebitin.
Li aliyê din, li Cizîrê cenazeyên Saît Çagdavûl, Osman Çagli (18), Cemîle Cagirga (23) û Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 rojî) ên ji ber dorpêçî û astengiya polîsan ancax duh êvarê raikrin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, otopsiya wan hat temamkirin. Lê belê ji ber "qedexeya derketina derve" cenaze nikarin ji Cizîrê re bên şandin. Gel li ber nexweşxaneyê civiya ye.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, girseya gel li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiya û bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Meydana Cûmhûriyetê ve meşiya. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê M. Şerîf Kiran li vir peyivî û bal kişand ser biryara Erdogan a şerê topyekûn. Kiran got, "Li Silopiya, Cizîr, Şirnex, Gever, Nisêbîn, Farqîn, Qoser û gelek deverên din mirovên sivîl hatin qetilkirin. Em van komkujiyên polîsê AKP'ê bi nefret şermezar dikin û destnîşan dikin ku em ê ti carî serî netewînin."
AMED
Li navçeya Amed Bismilê gel piştgirî da Cizîre. Ciwanên li taxên Rojava û Avaşînê daketin kolanan, terora dewletê ya li Cizîrê şermezarkirin. Li ser rêya Amedê, li gelek kolanên Taxên Avaşîn û Rojava ciwanan bend danîne û li ber xwe didin.
EDENE
Li navçeya Edene Yuregîrê, ciwanên li kolana Çûkûrova ya Taxa Anadolûyê hatin cem hev, li ser rê pankarta bi nivîsa "Li Cizîrê komkujî heye, bêdeng nemîn" daliqandin. Ciwanan bi şewitandina lastîkan rê li trafîkê girtin û komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Lê belê polîsan bi bombeya gazê, fîşekên plastîk û bombeyên destan êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiva polîsan dan.
WAN
Li navçeya Wan Îpekyolûyê, bi sedan ciwanên li taxa Xaçortê civiyan, terora dewletê ya li Cizîrê şermezar kirin. Ciwanan li ser rêyên taxê bend danîn, kontrol kirin û dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Li ber xwe bide Cizîr, Xaçort bi te re ye" qîriyan.
Polîsên bi dehan wesayîtên zirxî dest dest li çalakiyê werdan bi fîşekên rastî êrîş kirin. Ciwanan jî ketin pozîsyona xweparastinê û li ser vê yekê polîsan neçar man xwe ji taxê vekişînin.