Komîteya Rêveber a PKK'ê di şexê "Şehîdên Şerê Gel ê Şoreşger, şehîdên Xakurkê yên 12'ê Îlona 2011'an, Şehadeta Çaran, Mecît Kavyan (Simko), Aytekîn Tûglûk, Cûma Tak û Cûma Bozkoyûn" de cangoriyên meha Îlonê bibîr anî.
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 8 rezberê 2015, 11:55
Komîteya Rêveber a PKK'ê, milîtanên di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Partiya me PKK ku berhema keda kolektîf û yekbûyî ye, bi ked û berdêlên Rêberê me, şehîdên me û berxwedêrên li çiyê û zîndanan îro li tevahiya Rojhilata Navîn bûye yekane hêviya azadiyê ya gelan. Pêşengiya partiya me ya ku ji destpêka şerê gel ê şoreşgerî û vir ve bi deh hezaran şehîd daye, bi hêza xwe ya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî re, xwe gihandiye sînorê şoreşa demokratîk. Di roja îro de gelê me li Gimgim, Lice, Gever, Farqîn, Nisêbîn, Cizîr û hemû cihên din bi rêxistinbûyîna xweparastinê re têkoşîna bi heybet a ji bo xwerêveberiyê daye destpêkirin û bi vê yekê re nîşan daye ku berdêl çi dibe bila bibe xwedî vîna pêkanîna şoreşê ye."
PKK'ê da xuyakirin ku ti ji berdêlên ji bo xwegihandina rastiya gel ê şervan-têkoşer hatiye dayîn vala neçûye û got, "Bi rûmeta xwegihandina rastiya gel a berxwedêr, ku îro kolan bi kolan, tax bi tax xwe diparêze re, em ji her demê bêhtir nêzî azadî û serketinê ne. Em şehîdên xwe yên meha Îlonê bi rûmeteke mezin bibîr tînin. Di heman demê de em rûmetdariya xwegihandina rastiya gelê şervan dijîn, ku me soza vê dabû wan. Ya ku PKK'ê dike PKK'ê vîna dilsoziya bi şehîdan re ye, ku ev yek karakterîstîka bingehîn a Rêbertiya me ye. Em destnîşan dikin ku em ê vê vînê bi serxistina şerê gel ê şoreşger re xurttir bikin û bi biryardariyeke mezin careke din dibêjin ku em ê heta serketinê têbikoşin."
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Ji şehîdên me yên partîbûyînê hevrê Abdûrrahman Manap û Alî Çat, Cûma Tak, Cûma Bozkoyûn ên ji Curnê Reş-Riha û Sadûn Demîrkoç ê ji Sêweregê, di 10'ê Îlona 1979'an de li gundê Avşînê ji aliyê hêzên dijmin û nokeran ve hatin qetilkirin. Li pêşberî bîranîna wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Ji karoyên destpêkê yên partiya me hevrê Aytekîn Tûglûk ê ji gundê Dêrsim-Merxo, li Girtîgeha Elezîzê ji aliyê hêzên faşîst ve hat qetilkirin. Yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêberê me hevrê Aytekîn Tûglûk sembola bawerî û vîna biryadar bû. Em soz didin hevrêyê xwe ku em ê Rêberê xwe azad bikin û her tim bibin şopdarê wî yê milîtanî.
Hevrê Beşîr-Husnu Karagul ê ji Mûş-Gimgimê, di 14'ê Îlona 1981'ê de li Çewlik Kanîreşê şehîd ket. Bîranîna wî wê rêya me ronî bike.
Selîm-Adnan Zîncîrkiran ê ji Riha-Hewengê, di 9'ê Îlona 1982'an de piştî ku hat binçavkirin ji aliyê dijmin ve ji kendêl hat avêtin û şehîdxistin. Em wî bi mînetdarî bibîr tînin.
Hevrê Mahmsûm-Hîdayetûllah Kartan ê ji Amed-Bismilê, di 1'ê Îlona 1999'an de di dema vekişînê de ket kemîna zexel a dijmin û li qada Garzanê şehîd hat xistin. Di pêvajoya nû ya pêngavê de em soz didin hevrêyê xwe Kartan ku em ê bi hîn bêhtir bicihbûna li welêt re wî bidin jiyîn û li pêşberî bîranîna wî em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.
Hevrê Çekdar-Hîva Welat ê ji Gerdiyasê û hevrê Evîn-Behîce Çatak a ji Şirnex-Hezexê, di 3'ê Îlona 1997'an de li herêma Soran di şerê li hemberî hêzên neteweperestên paşverû-nokeran şehîd ketin. Em soz didin ku bîranîna wan wê di xeta me ya azadiyê de be.
Hevrê Hasan-Mehmet Salîh ê ji Nisêbînê, di 4'ê Îlona 1990'î de li gundê Cilitine yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê di şerê li dijî dijmin de bi 3 hevalên xwe re şehîd ket û mînaka berxwedêriya heta dawî nîşan da. Em ê hevrê Hesen û hevalên wî di xeta xwe ya berxwedanê ya Apoyî de bidin jiyîn û li pêşberî bîranîna wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrê Sîpan-Sîfendiyar Huseynî yê ji Rojhilat-Xoy, di 4'ê Îlona 1999'an de di şerê ji ber operasyona li Çiyayê Araban ê Botanê de jiyana xwe ji dest da. Em ê bi afirandina welatekî azad bersivê bidin bîranîna hevrêyê xwe û şehadeta wî bi mînetdarî bibîr tînin.
Hevrê Kerîm-Abbas Mahmût ê ji Qamişlo, di 5'ê Îlona 1992'an de li Erdexan-Golanê tevî 13 gerîlayan şehîd ketin. Em dibêjin ku em ê wan ji bîr nekin, bîranîna wan bi mezinkirina têkoşîna xwe bidin jiyîn.
Hevrê Berzan-Mahmût Gîdîcî yê ji Farqînê û Denîz-Handan Poyraz a ji Sêwasê ku di 5'ê Îlona 1996'an de li Koçgirî di kemîna tankê de gihîşt şehadetê bi mînetdarî bibîr tînin û dibêjin ku bi rastiya civaka azad re em ê bibin hêjayî şehadeta wan.
Em, hevrê Mazhar-Erol Erdogan û 4 hevrêyên pê re yên di 6'ê Îlona 1991'ê de li Sêrt-Misricê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wan di avakirina jiyaneke azad de bidin jiyîn.
Hevrê Zeynel-Haydar Atîk ê ji Dêrsim-Qisleyê di 12'ê Îlona 1998'an de di çalakiyeke êrîşê ya li Zagrosan şehîd ket. Bi mînetdarî em hevrêyê xwe bibîr tînin.
Hevrê Bahoz-Metîn Alparslan ê ji Wan-Qelqeliyê, tevî 8 hevalên xwe di 8'ê Îlona 1999'an de li herêma Serhad-Sîneklerê şehîd ketin. Em soz didin ku em ê tola wan di pêvajoya nû ya pêngavî de careke din bipirsin û li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrêyên me Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Rustem Cûdî, Endamên Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çîçek Kiçî û Elîşêr Koçgirî, Amara-Gulîstan Çîftçî, Argeş-Firat Onvercan, Bager-Devran ÇelÎk, Cîgerxwîn-Îlkbar Konûr, Dîcle-Elîf Demîr, Ekîn-Karîna Sincidzade, Erdal-Babek Lemorî, Eşref-Omer Çetînkaya, Nazlican-Rindexan Kayra, Ozgur-Mûammer Goçmuş, Roj-Rabîa Atan, Rozerîn-Gulsume Eşîn, Rûbar-Alî Emîrî û Xebat-Mehmet Turk ên di 2'ê Îlona 2011'an de di êrîşa hewayî ya dijmin de jiyana xwe ji dest dan, em bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan bi Kurdistana xweser a biafirînin re bidin jiyîn.
Hevrê Kazim-Abdullah Yildirim ê ji Nisêbînê, di 13'ê Îlona 1990'î de li Mêrdîn-Kerboranê şehîd ket. Em hevrêyê xwe bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê xaka xwe bi hêza xweparastinê azad bikin.
Hevrê Dîcle-Ayşe Yanî û Gazî-Şemsettîn Kino tevî 15 hevrêyan di 13'ê Îlona 1994'an de li Zagros-Krekor şehîd ketin. Ji bo bîranîna van hevrêyan em soz didin ku ji Zagrosan heta Botanê em ê qadên azad biafirînin û hêjayî bîranînên wan bin.
Nîzar-Suleyman Acar ê ji Elkê tevî 4 hevalên xwe di 14'ê Îlona 1990'î de di şerê li geliyê Hêzilê de şehîd ket. Bi rêzdarî û mînetdarî em wan bibîr tînin.
Eşref-Salman Sernîklî yê ji Pazarcixê û 13 hevalên wî, di Îlona 1994'an de dema ji qada Rêbertî vedigeriyan welêt li çiyayê Xurşît di şerê li hemberî dijmin de şehîd ket. Bi rêzdarî em wan bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dijmin ebediyen ji xaka welatê xwe derxînin.
Em hevrê Şivan-Marînos Ozel ê ji Geverê û 3 hevalên pê re di Îlona 19995'an de li Sîdeta gihîşt şehadetê bi mînetdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi wan re dubare dikin.
Hevrê Şervîn Şergel-Mizgîn Adî ya ji Dêrika Hemko, di 9'ê Îlona 2005'an de li Dêrsimê şehîd ket. Em soz didin ku em ê bîranîna wê bi veguhastina şoreşa Rojava ber bi Bakur ve, bidin jiyîn.
Hevrê Çiya Serhad-Adîl Gezîcî yê ji Bedlîs-Xîzanê, di 12'ê Îlona 2007'an de li Qers-Dîgorê di şerê li hemberî dijmin de şehîd ket. Bi rêzdarî em hevrêyê xwe bibîr tînin û soz didin ku di xeta neteweya demokratîk a gelên li Kurdistanê de bidin jiyîn.
Hevrê Dîdar Lêgerîn-Nûrcan Karaman Şen a ji Mêrsînê, di 3'ê Îlona 2008'an de li Çiyayê Bizina di şer de şehîd ket. Ji bo bîranîna wê em ê têkoşîna jiyana azad û wekhev bênavber bidomînin.
Hevrê Amûdê-Ahmet Tevfîk ê ji Hesekê, li Gexî ya Çewlikê di 2'ê ÎLona 2008'an de di serdegirtina li hemberî qereqolê de şehîd ket. Hevrêyê me Kahraman ku weke mînakeke bijarte ya fermandariyê di hişê mirovan de cih girt, ji bo bîranîna wî em soz didin ku em ê li Rojava jiyana demokratîk a komunal bihûnin.
Hevrê Sila Wan-Aliye Tîmûr a ji Wanê, di 9'ê Îlona 2009'an de di şerê li Çelê de şehîd ket. Em soz didin hevrêya xwe Sila ku di xeta jina azad de em ê hîn bêhtir giraniyê bidin pratîkê û civaka demokratîk ava bikin.
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê hevrêyê me Simko-Mecît Kavyan ê ji Bane, di şerê li Qendîlê de mînaka herî bijarte ya fermandariyê nîşan da û di serketina şer de pratîkeke neyê ji bîr kirin nîşan da. Di Îlona 2011'an de bi lehengî li ber xwe da û şehîd ket. Weke şopdarên hevrê Simko em soz didin ku her gava em ê bavêjin wê nêzî serketinê be û em ê bibin milîtanên hêjayî pêşengên xwe.
Hevrê Baran-Halîm Bozan Mûstafa yê ji Kobanê, di 5'ê Îlona 2012'an de di êrîşa hewayî ya li Kato de şehîd ket. Em bi rêzdarî hevrêyê xwe bibîr tînin:
Hevrê Huseyîn-Ekîn Morsumbul ê ji Çewlikê, di 11'ê Îlona 2012'an de li Şemzînanê şehîd ket. Em hevrê Huseyîn ku pratîkvanê milîtanî yê şerê gel ê şoreşger bû bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê hêjahî bîranîna wî bin.
Hevrê Ekîn-Kejîje Orselendî ya ji Amedê, di 14'ê Îlona 2012'an de li Şemzînanê gihîşt şehadetê. Em soz didin hevrê Ekîn ku yek ji pêşengên jin ên şerê gel ê şoreşger e, ku em ê gelê xwe bigihînin xwerêveberiyê.
Hevrê Agît Gabar-Mûsa Dogrû yê ji Mûşê û Azad-Alî Îhsan ê ji Geverê, di 15'ê Îlona 2012'an de di pêvajoya şerê gel ê şoreşger de li Şemzînanê di êrîşa hewayî ya dijmin de bi 2 hevalên xwe re şehîd ketin. Bîranînên wan wê têkoşîna me ronî bikin.
Hevrê Bêrîtan Roboskî-Bêrîtan Encu ya ji Roboskî, di 15'ê Îlona 2012'an de di êrîşa hewayî ya li Şemzînanê de bi 8 hevrêyên xwe re gihîşt şehadetê. Di şexsê hevrê Bêrîtan de em soz didin tevahiya şehîdên xwe ku em ê hesabê hemû komkujiyên li hemberî gel û gerîla bi mezinkirina berxwedanê bipirsin.
Di berxwedana rojiya mirinê ya di 14'ê Tîrmehê de hat destpêkirin de hevrêyên me Kemal, Xeyrî, Alî û Akîf, bi berxwedaneke bi vîn û fedekariyeke mezin re heta dawiyê bêteredût çalakiya xwe dewam kirin û di meha Îlonê de gihîştin şehadetê. Em ê pêşengên xwe ku ruhê PKK'ê ne û wî ruhî bijîn û bigihînin serketinê. Em ê bi dilsoziya bi wasiyeta wan re bi berdêla mirinê ji jiyanê hez bikin.
Di vê pêvajoya girîng a têkoşînê de ku şerê gel ê şoreşger bi gel û gerîla re li çiyê û bajar gihaştiye hev, em ê hîn bêhtir şehîdên xwe bibîr bînin, xwedî li wan derkevin, di xeta serketinê ya Rêberê me de bi berxwedaneke fedaî gelê xwe azad bikin û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin."