Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku AKP û Erdogan Tirkiye xistine nava şerekî gelekî xetere û got, "Em dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hişyar dikin, ku dest ji van polîtîkayên xwe yên şer ên bi şêweyê herî qirêj dimeşîne, berdin. Em bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî dikin, ku di serî de Cizîr a ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd b fedaî li ber xwe dide xwedî li hemû bajar û navçeyên me yên ku bi îlana xwerêveberiyan re dest bi pêngava demokratîkbûyînê kirine, derkevin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku AKP û şefê wê Erdogan ên bi hilibjartinên 7'ê Hezîranê re ji desthilatdariyê ketin, bi destpêkirina şer re dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin û bi vê polîtîkayê re Tirkiye xistine nava şerekî gelekî xetere. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi zîhniyeta neteweya demokratîk re yekîtiya demokratîk a li Tirkiyeyê xurt kir, lê AKP ji bo li ser desthilatdariyê bimîne bi destpêkirina şer re derbeke giran li vê pêngava yekîtiya demokratîk xist. HDP'ê di pêşvebirina yekîtî û biratiya gelên Tirkiyeyê de gaveke mezin avêt, lê polîtîkayên AKP'ê li Tirkiyeyê şovenîzm geş kirin û tetîka destpêkirina şerê navbera gelan dane destpêkirin. Piştî ku Tayyîp Erdogan û Davûtoglû bi gotina 'we çar sed parlamenter nedan' gel sûcdar kirin, li her devera Tirkiyeyê gurûhên faşîst êrîşî avahiyên HDP'ê ya nehişt AKP çar sed parlamenteran werbigire, kirin. Ne tenê êrîşî avahiyên HDP'ê kirin, di heman demê de li her derê êrîşî Kurdên ji wan tê deng dane HDP'ê, kirin."
'DIXWAZIN KURDAN JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ VEGERÎNIN'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "AKP a ku bi salan ji bo li ser desthilatdariyê bimîne bi gotina 'Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, em ê aştiyê bînin Tirkiyeyê' gelên Tirkiyeyê xapand, niha bi geşkirina neteweperestiyê re dijminatiyê li Kurdan dike û gelê ku bi şovenîzmê bi jehr kiriye, li hemberî Kurdan bi kar tîne." Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Niha li her devera Tirkiyeyê Kurd rastî van êrîşan tên. Li Stenbolê, qetilkirina ciwanekî Kurd ji ber axaftina bi Kurdî, encama polîtîkayên AKP'ê ye. Eger polîs û leşker bi ferman hikûmetê re li Cizîrê pitik û zarokan qetil bikin, yên di bin bandora van gotinên neteweperestî Yên rayedarên dewletê de mane jî, wê di çarçoveya van pêkanînan de ciwanê bi Kurdî diaxive qetil bikin.
Dewleta Tirk di qetilkirina Kurdan de cudahiyê naxe navbera gerîla û sivîlan. Di serî de li Cizîrê li gelek deveran bi qetilkirina sivîlan re tê xwestin, ku çavê gel were tirsandin. Ev yek, bicihhatina zîhniyetê hikûmeta AKP'ê û polîtîkaya li dijî gelê Kurd e. Di sala 2006'an de piştî ku Tayyîp Erdogan got, 'Jin jî be, zarok jî be ya pêwîst çi be wê ew were kirin' li Amed, Mêrdîn û Êlihê gelek zarok hatibûn qetilkirin. Niha pitik, zarok, ciwan, jin gelek sivîl ji ber vî zîhniyetê Tayyîp Erdogan tên qetilkirin. Li Stenbolê qetilkirina ciwanekî ji ber bi rêya telefonê bi Kurdî bi dayika xwe re axivî, li her çar aliyên Tirkiyeyê êrîşa li dijî Kurdan, dewama polîtîkaya li Cizîrê tê meşandin e. Bi rêbazên bi vî rengî re dixwazin Kurdan bitepisînin û ji têkoşîna azadiyê vegerînin."
Hikûmeta AKP'ê, li Rojhilata Navîn a kaoseke kûr lê ye, bi van polîtîkayan re Tirkiyeyê jî dixe nava xeteriyên mezin. Tevgera Azadiyê ya Kurd û HDP li ser bingeha demokratîkbûyînê, bi feraseta neteweya demokratîk a xwe dispêre biratiya gelan dixwaze Tirkiyeyê veguherîne navendeke cazîbeyê ya Rojhilata Navîn, lê hikûmeta AKP bi polîtîkayên xwe yên ji bo şikandina vîna azadiyê ya gelê Kurd re Tirkiye ji aliyê emelî ve aniye radeya parçebûnê.
Qetilkirina pitik û zarokan, kuştina ciwanan bi destê segvanan, lînçkirina Kurdan ji ber axaftina bi Kurdî, li her devera Tirkiyeyê êrîşa li dijî Kurdan, tê wateya dijwarkirina şer. Gerîla hêza xweparastinê ya gelê Kurd e. Heta ku Kurdên sivîl bi vî rengî werin qetilkirin, wê çalakiyên bersivdayînê yên gerîla jî dewam bikin. Hişmendiya 'Kurd bêxwedî û bêparastin e' tê wateya fêmnekirina ji têkoşîna azadiyê ya bi dehan salan bi dayîna berdêlên mezin hatiye meşandin e. Kurdên rastî êrîşê tên, zarokên tên uştin malbat, xwişk û birayên gerîla ne. Meşandina şer li ser sivîlan bêexlaqî û namerdiya herî mezin e. Qetilkirina sivîlan radixe pêş çavan ku dewleta Tirk şer çiqasî qirêj kiriye.
Li Geliyê Doskî gelê me bi hesasiyeteke mezin cenazeyên leşkerên di çalakiya gerîla de mirin radestî dewletê kirin, lê li Cizîrê dewlet nahêle cenazeyê zarokeke keç a hat qetilkirin bê veşartin. Pêwîste gelên Tirkiyeyê cudahiya di navbera van her du bûyeran de baş bibînin. Çima pirsgirêka Kurd çareser nabe, çima ev şer bi dawî nabe? Bersiva van pirsan; rewşa zaroka keç a li Cizîrê ji aliyê segvanan ve hat qetilkirin e, ku ji ber nahêlin were veşartin, li sarincê tê ragirtin.
Dewleta Tirk bi rêbaza xwe ya şer a li Cizîrê, li Geverê, li Silopiyayê re şer aniye radeya herî qirêj û kûr kiriye. Li hemberî Rêber Apo ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê kedeke mezin dide û ev keda wî ya ji bo aştî û demokrasiyê ji aliyê her kesî ve tê teqdîrkirin, ev pênc meh in tecrîdeke giran tê meşandin. Ji xwe ev tecrîd û zext jî nîşan didin, ku hikûmeta AKP'ê beriya bi mehan şer daye destpêkirin. Dewleta Tirk di 30'ê Cotmeha 2014'an de biryara şer wergirtiye; bi tinehesibandina Mutabaqata Dolmabahçeyê re şerekî li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye ragihandin. Di 5'ê Nîsanê de bi tecrîda li hemberî Rêber Apo re ev şer hatiye destpêkirin.
AKP'Ê ÎLAN KIRIYE KU WÊ HETA DAWIYÊ ŞER BIDOMÎNE
Hikûmeta AKP'ê niha ragihandiye ku wê heta dawiyê vî şerî bidomîne. Davûtoglû, dîsgotina beriya 23 salan a Tansû Çîller a digot, 'ya wê biqede ya wê biqede' bi şêweyê 'ya wê bê paqijkirin ya wê bê paqijkirin' guherandiye. Ev gotin bicihanîna helwesta Tayyîp Erdogan a 'Pirsgirêka Kurd nîne, mase nîne, muzakere nîne, alî nîne' ye. Ji ber vê yekê şer gihaştiye wê radeyê ku pitik, zarok û mirovên ji ber bi Kurdî axivîne tên kuştin.
EM XWEDÎ LI BAJARÊN XWE Û NAVÇEYÊN XWE DERKEVIN
Em dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hişyar dikin, ku dest ji van polîtîkayên xwe yên şer ên bi şêweyê herî qirêj dimeşîne, berdin. Em bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî dikin, ku di serî de Cizîr a ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd b fedaî li ber xwe dide xwedî li hemû bajar û navçeyên me yên ku bi îlana xwerêveberiyan re dest bi pêngava demokratîkbûyînê kirine, derkevin. Girîng e êrîşa li hemberî gelê me yê xweseriya demokratîk ragihandiye, weke êrîşa avakirina rejîmeke faşîst a otorîter bê dîtin. Eger pêngava xweseriya demokratîk veguhere bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û êrîşên li hemberî vê were şikandin, wê li aştî û aramî bê Tirkiyeyê.
Hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê divê li cem gelê Kurd ê li Cizîr, Silopiya, Gever, Farqîn, Gimgim, Sûr û li her cihên rastî êrîşê tên, cih bigirin û bi tevgera xwe ya li gel Kurdên hewl tê dayîn bê lînçkirin re, vê helwesta xwe ya ji bo çawaniya pêşeroja Tirkiyeyê nîşan bidin.
Em ji tevahiya malbatên mirovên me yên sivîl ên ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji hemû birîndarên me re jî şîfa xêrê dixwazin. Em careke din destnîşan dikin ku gelê Kurd ê li her deverê rastî êrîşan tê bêxwedî nîne û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad re tacîdar bikin."