Cenazeyên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin birin Şirnexê

Cenazeyê Saît Çagdavul, Osman Çaglgi (18), Cemîl Çagirga (13) Muhammed Tahir Yaramiş ê 35 rojî ku li Cizîrê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê

Cenazeyê Saît Çagdavul, Osman Çagdavûl (18), Cemîl Çagirga (13) Muhammed Tahir Yaramiş ê 35 rojî ku li Cizîrê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Zarokê 13 sali O.M. ku bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Walîtiya Şirnexê 3 rojin kolan li welatiyan qedexe kiriye û gel di nava malên xwe de heps kiriye. Derketina kolanan hê ji welatiyan re qedexe ye û welatiyên derdikevin rastî êrîşa polîsan tên. Polîsan li Taxa Nûr Saît Çagdavûl zarokê 35 rojî Muhammed Tahir Yaramış, li taxên din Osman Çagil (18) û Cemile Çagirga (13) hatin qetilkirin. Cenazeyên ku 2 rojin li malan tên rawestandin, ji bo otopsiyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî hewldana wekîlên HDP'ê maşînên cenaze yên Şaredariya Cizîrê cenaze wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenazeyên 4 kesan piştre dîsa bi heman maşîneyan birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat zanîn ku destûr nedan malbat jî li gel cenazeyan biçin û dozgeriyê dest bi otopsiyê kir. Piştî cenaze birin nexweşxaneyan Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Şirnexê hatin ber nexweşxaneyê.

O.M. YÊ GIRAN BIRÎNDAR BÛN JÎ ANÎN ŞIRNEXÊ

Li aliyê din zarokê 13 salî O.M. ku saet di 18.00'an de bi guleya polîsan birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. O.M. piştî anin nexweşxaneyê emeliyat kirin.