Wekîlên HDP'yî: Em ê guh nedin bend û astengiyan
Parlamenterên HDP'ê yên ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li Cizîrê bi biryar in biçin bajêr, destnîşan kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê biçin Cizîrê û pêşî li komkujiyên li wir bigirin.
Parlamenterên HDP'ê yên ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li Cizîrê bi biryar in biçin bajêr, destnîşan kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê biçin Cizîrê û pêşî li komkujiyên li wir bigirin.
Li Cizîrê ya di bin dorpêçiya leşker û polîsan de ye, qedexeya derketina derve ket roja 9'an. Hevserokên HDP, HDK, DBP, KCD, wezîr û parlamenterên ev 2 roj in dixwazin xwe bigihînin Cizîrê, ji ber astengiyan nikarin bikevin nava navçeyê. Parlamenterên HDP'ê yên ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li Cizîrê bi biryar in biçin bajêr, destnîşan kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê biçin Cizîrê û pêşî li komkujiyên li wir bigirin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, li hemberî îlana xwereveberiyê bi fermana Wezareta Karên Hundir re, ji çar aliyên Tirkiyeyê tîmên taybet, hêzên polîsan û yekîneyên leşkerî hatin bicihkirin. Bi qedexeya derketina derve ya 9 roj in dewam dike re bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Heyeta ku di nav de wezîr jî hene, dixwazin biçin bajarê di bin bomberdûmanê de ye, lê destûr ji wan re nayê dayîn. Parlamenterên HDP'ê yên 2 roj in hewl didin bi peyatî xwe bigihînin Cizîrê, ji ANF'ê re axivîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan: Ev du roj in em dixwazin biçin Cizîrê û avê li agir bikin. Lê belê yên benzînê li agir dikin, nahêlih em avê lê bikin. Wan planên komkujiyê gav bi gav dixin meriyetê. Dilê me nema dikare rake. Li her devera welatê me niha şewat heye. Li metropolan, li Kurdistanê. Pêwîstî bi vemirandina vî agirî heye. Em weke dildarên aştiyê, weke siyasetmedar li ser rê ne û em ê her li ser rê bin. Çawa dibe bila bibe, em ê hewl bidin xwe bigihînin Cizîrê . Gelê me bi rojane tî birçî ye, di bin dorpêçiyê de ye, bombe, gule li ser dibarin. Di nava van şert û mercan de ti ji me nikare li mala xwe bimînin. Çi dibe bila bibe, em ê xwe bigihînin gelê Cizîrê yê bi rojane li hemberî bombeyan, tî û birçîbûnê li ber xwe dide.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Ayşe Îrmez: Di nava heyeta destpêkê ya HDP'ê de ez jî çûbûm Cizîrê. Me hewl da derbasî taxên rastî êrîşê tên bibin. Lê belê ji bo otopsiya welatiyên li Cizîrê hatin qetilkirin, ez neçar mam bi cenazeyan re ji navenda Cizîrê derkevim. Lê mixabin careke din nehiştin ez bikevim nava Cizîrê. Bi fermana Walîtiya Şirnexê bi her awayî ketina nava Cizîrê hat qedexekirin. Dixwazim bi heyeteke ji hevserokên me yên giştî û parlamenteran biçim, lê destûra vê jî nadin. Niha li Cizîrê 130 hezar mirov dijîn, pirsgirêka ewlekariya jiyana van mirovan heye. Mirovên li wê derê çima tên qetilkirin? Gelo ev rewş dikare were qebûlkirin? Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê pêşî li zilma li gelê me yê Cizîrê tê kirin, bigirin. Ti bend wê êdî nema karibe pêşî li me bigire.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû: Gelê Cizîrê zêdeyî hefteyeke di bin dorpêçiyê de ye. Nikare cenazeyên xwe jî veşêre, mirov nikarin pêwîstiyên xwe yên herî bingehîn. Bi hevserokên xwe re ji bo destekkirina Cizîrê em ketin ser rê. Lê belê ji Mêrdînê û pê ve bi danîna bendan re tê xwestin pêşî li me bê girtin. Ev 2 roj in em hewl didin ji rêya çiyê xwe bigihînin Cizîrê. Em ê qadê neterikînin. Li Cizîrê her roj ciwan, extiyar zarok tên kuştin. Heta ku mirinên li wir biqedin, heta ku dorpêçî were rakirin berxwedana me û desteka me wê dewam bike.