Gelê Amedê ji bo Sûr û Farqînê li ser piyane
Gelê Amedê bi çalakiya dengderxistinê deng didin gelê Sûrê û Cizîrê. Piştî saet 20.00'an Amedî li hemû tax û navçeyan derketin eywan û caman û dest bi çalakiya dengderxistinê kirin.

Li taxên Fatîh Paşa û Hasirli yên Sûrê bi sedan kes derketine kolanan û bi çalakiya dengderxistinê "qedexekirina derketina kolanan" şermazar dikin. Piştî Walîtiya Amedê li Sûrê OHAL îlan kir û kolan li welatiyan qedexe kir, bi sedan welatiyên Sûrê li Hazirli û Fatîhpaşa daketin kolanan û çalakî pêk anîn. Gelê navçeyê ku ji şevê din ve nikarin derkevin kolanan bi derxistina deng biryara Walîtiyê şermazar dikin.
Piştî welatiyên navçeya Sûrê dest bi çalakiyê kirin, saet di 21.00'an de li hemû taxên navçeyên Sûr, Yenîşehîr, Rezan û Peyasê welatî derketin eywan û deriyan û dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. Welatî derketine kolan û eywanan û bi kevçî, tas, beroj, sênî û dirûşman dest bi çalakiya dengderxistinê kirin. Li Taxa Fatîh Paşa ceyran tineye, le dîsa hemû welatî derketine kolanan û çalakiya xwe berdewam dikin. Li tax û navçeyên din ên Amedê çalakiya dengderxistinê deng dide gelê Sûr û Cizîrê. Deng ji hemû kolanên Amedê bilind dibe. Li aliyê din gel bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrîçî", "Amed raneze, li şehîdên xwe xwedî derkeve", "Qatil Erdogan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin. Berxwedan berdewame. Li aliyê Taxa Xançepek jî nêzî 50 tîmên taybet û polîs sekinîne. Li her deverê Sûrê jî sekvan hatine bicihkirin.