HPG: Divê zemîn ji provokasyonên polîsên AKP'ê re neyê pêşkêşkirin
HPG'ê da xuyakirin, ku divê zemîn ji provokasyonên polîsên AKP'ê re neyê pêşkêşkirin.
HPG'ê da xuyakirin, ku divê zemîn ji provokasyonên polîsên AKP'ê re neyê pêşkêşkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di vê dema girîng û dîrokî de, gelekî watedar e gelê Kurd bi ruhê berxwedan û yekîtiyê li her qadê xwedî li xwerêveberiyan derkeve. HPG'ê bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo Kurdan li hemberî hev rake û hin derdoran tehrîk bike. HPG'ê got, "Di vê mijarê de girîng e kêmasiyên li cihên weke Amedê rû didin ji holê bên rakirin û zemîn ji provokasyonên polîsên AKP'ê re neyê pêşkêşkirin."
'WELATPARÊZÊ BI NAVÊ CELAL ÎNAN DI ENCAMA QEZAYE DE JIYANA XWE JI DEST DA'
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 4'ê Îlonê li Şemzînanê, di dema kontrola rê ya ji aliyê hêzên me de, wesayîtek reviya û ji ber gulereşandina li vê wesayîtê welatparêzê me yê bi navê Celal Înan jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer bi temamî qeza ye û bi şaşitî hatiye kirin. Em dixwazin bêjin ku ne malbata Înan jî jî ti endamên Gerdî di hedefa tevgera me de nîne. Em gelekî dibînin ku di vê demê de tevahiya gelê Kurd bi hev re li dijî zextên mêtîngeriyê bisekinin."