Li Edeneyê polîsan êrîşî gel kirin

Li Edeneyê welatiyên komkujiyên li Kurdistanê û Cizîrê pêk tên şermezar dikin rastî êrîşa polîsan hatin û hate ragihandin ku di encama êrîşa polîsan de welatiyek jî piyê xwe birîndar bûye.

Li Edeneyê welatiyên komkujiyên li Kurdistanê û Cizîrê pêk tên şermezar dikin rastî êrîşa polîsan hatin û hate ragihandin ku di encama êrîşa polîsan de welatiyek ji piyê xwe birîndar bûye.

Sedan welatî li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê hatin cem hev bi armanca şermezarkirina terora polîsan a li Kurdistan û Cizîr xwestin ber bi Qereqola Şehît Mehmet Alî Arslan a li ser Kolana Bahçelîevler bimeşin. Welatiyên dest bi meşê kirin piştî demekê rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û guleyên hatin. Di encama êrîşê de welatiyê navê wî nehat zanîn ê 30 salî ji piyê xwe birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkin Tufekçî ya Edeneyê.

Ciwanan li hemberî êrîşa polîsan dest bi xweparastinê bersiva polîsan dan û pevçûn derketin. Pevçûn didomin.