Tahsîn Uray spartin axê

Tahsîn Uray ê 9 salî ku li Qoserê di teqînê de de giran birîndar bibû û îro di saetên sibê de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê.

Tahsîn Uray ê 9 salî ku li Qoserê di teqînê de de giran birîndar bibû û îro di saetên sibê de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê zarokê bi navê Tahsîn Uray (9), duh li Taxa Koçhîsar di teqîna cismek ku nehat zanîn çi ye de giran birîndar bibû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê îro di saetên sibê de jiyana xwe ji dest dabû. Tahsînê biçûk, piştî karên otopsiyê spartin axê. Cenazeyê Tahsînê biçûk di ketina Qoserê de hate pêşwazîkirin û ew birin Goristana Mezopotamyayê ya Taxa Koçhîsar. Piştî wecîbeyên olî zarokê biçûk spartin axê. Girsey, piştî merasîmê çûn cihê taziyeyê yê li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya ya Şaredariya Qoserê.