Yuksekdag: Pêwîst e rêxistinên Kurd li hember êrîşên AKP’ê helwest bigirin

HDP, DBP, HDK û KCD bi heyeta YNK’ê re rûniştin.

Heyeta ji Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCD’ê pêk tê bi heyeta YNK’ê re li navenda Polît Buroya YNK’ê ya Silêmaniyê hevdîtin pêk anî.

Heyeta, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, Hevberdevkê HDK’ê û Parlamenterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, nûnerên HDP’ê yên Hewlêr Abid Îke û Şîlan Emînoglû jî di nav de, ji aliyê heyeteke berfireh a YNK’ê ku di nav de li ser navê YNK’ê Alîkarê Sekreterê Giştî Mele Bextiyar, endamê Polît Buroyê û hevsera Celal Talabanî Hero Talabanî, endamê Polît Buroyê Omer Fettah jî hebûn hatin pêşwazîkirin.

BEXTIYAR: DIVÊ VEGERIN MASEYÊ

Piştî hevdîtinê li ser navê heyetan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Bextiyar daxuyaniya çapemeniyê dan.

Bextiyar, diyar kir ku pêwîst e pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê bi rêya muzakereyên demokratîk bê çareserkirin. Baxtiyar got ku divê alî ji nû ve vegerin maseya muzakereyê.

YUKSEKDAG: DIXWAZE DI SIYA ŞER DE HILBIJARTINÊ QEZENC BIKE

Yuksekdag jî, diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ya encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê hezm nekirin di nav şert û mercên antî demokratîk de dixwazin biçin hilbijartineke nû, tişta di 7’ê Hezîranê de bi ser nexistin dixwazin di siya şerê sor kirin û ya çekan de bi ser bixin.

Yuksekdag pirsên rojnamevanan bersivand û wiha axivî: “Em naxwazin di bin siya şer û çekan de biçin hilbijartinan. Li hember vî şerê tê ferzkirin, em hewl didin ku îradeya aştiyê ya gelan derxin pêş. Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gel îradeyên xwe bikin yek wê karibin aştiyê bînin. Hevdîtina me ya bi YNK’ê jî li ser vî esasî bû. Li hemberî şerê AKP û Qesrê yê ne rewa, wê gel hêzên xwe bikin yek û bi ser kevin. Her çiqasî Erdogan pêvajoya aştiyê bi dawî kiribe jî em ê vê aştiyê pêk bînin.”

'PÊWÎST E RÊXISTINÊN KURD ROLEKE AKTÎF BILÎZIN'

Li ser pirsa rojnamevanekî, Yuksekdag YNK jî tê de hinek partiyên siyasî yên Başûr tevlî kongreya AKP’ê ya 12’ê Îlonê bibûn wiha nirxand: “Ev terciha wan e. Lê, em nikarin hêzên siyasî yên Kurd bi vê tenê binirxînin û bigihêjin encamekê jî. Em di vê pêvajoyê de hewl didin ku partiyên Kurd li ser pirsgirêka Kurd bînin gel hev û helwestek hevpar bidin çêkirin. Tevlîbûna wan a kongreyê tercîha wan e. Lê em dîsa jî ji partiyên Kurd bendewar in ku li hember van êrîşan AKP’ê xwedî helwest bin û van êrîşan rexne bikin. Ji bo êrîşên li ser Kurdên Bakur tavilê bisekinin divê rêxistinên Kurdan giştî bi awayekî aktîf bixebitin.”

'JI BER ÊRÎŞÊN HEWAYÎ EM NIKARIN BIÇIN QENDÎLÊ'

Yuksek li ser pirseke din jî got ku ji ber operasyonên hewayî şert û mercên ewlehiyê pêk nayên û ji ber vê jî wê nikaribin biçin Qendîlê.

Heyeta ku ji Bakurê Kurdistanê hat wê îro bi Tevgera Goran û Nûnertiya Kantona Rojava re hevdîtinan pêk bînin, piştre wê derbasî Hewlêrê bibin. Heyet sibê wê li Hewlêrê bi partiyên siyasî, Parlamentoya Herêmê û Serokatiya Herêmê re jî hevdîtinan bike û di heman rojevê de wan agahdar bike.