Dewleta Tirk li girên beramberî Farqînê tank bi cih kirin

Li navçeya Farqîn a Amedê êrîşên polîsên Tirk ên danê sibehê destpêkirin ku didomin li girên beramberî taxên ku gel di nav berxwedanê de ne tank hatin bicihkirin.

Li navçeya Farqîn a Amedê êrîşên polîsên Tirk ên danê sibehê destpêkirin ku didomin li girên beramberî taxên ku gel di nav berxwedanê de ne tank hatin bicihkirin.

Li Farqînê êrîşên polîsên Tirk ku saetên sibehê destpê kirin, li girên beramberî taxên Tekel, Mescît û Konak ên berxwedan li wan didomin tank hatin bicihkirin. Li asîmanê Farqînê jî tevgera helîkopteran didome.

Li gel vê hat ragihandin ku polîsan Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dorpêç kirine.