Cizîrê şehîdên xwe oxir kir
100 hezaran cenazeyên 16 welatiyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dirûşm û stranan defin kirin.
100 hezaran cenazeyên 16 welatiyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dirûşm û stranan defin kirin.
100 hezaran cenazeyên 16 welatiyên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bi dirûşm û stranan defin kirin. Girseyê di merasîmê de daxwaza Saît Çagdavul ê 19 salî pêk anîn û strana Xelîl Xemgîn a "Şehîdê me rakin" gotin. Di merasîmê de Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, li hemberî rayedarên dewletê a "terorîst" got: "Rayedarên dewletê dibêjin li Cizîrê sivîl nehatin qetilkirin. Ger ku Muhammedê 35 rojî terorîst be em hemû terorîst in."
Walîtiya Şirnexê 9 rojan hemû kolan li welatiyan qedexe kir û OHAL pêk anî. Di 9 rojan de 21 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyê 16 welatiyan ji aliyê 100 hezaran ve bi merasîmek girseyî hat definkirin Nêzî 100 hezar welatiyên ku cenaze ji Qada Newrozê wergirtin darbest danîn ser milê xwe û heta Şehîdgeha Bêrîvan meşiyan. Di merasîma li qada Newrozê de girseyê bê navber dirûşmên, "Qatil Erdogan, û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Di merasîma cenaze de girseyê daxwaza Saît Çagdavul ê 19 salî pêk anîn û strana Xelîl Xemgîn a "Şehîdê me rakin" gotin.
CIZÎRÊ TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ DA
Berî girsê cenazeyên 16 kesan defin bikin li Qada Newrozê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Kasim Yîgît, diyar kir ku gel 9 rojan li dijî komkujiyê têkoşîna mirovahiyê da û wiha got: "Kesên ev êrîş û şer organîze kirin. zarokê 35 rojî qetil kirin. Bila ji dayikên 7 zarokan şerm bikin."
'EY ERDOGAN, ÊDÎ JI BO GELÊ CIZÎRÊ TI JI HÎTLER NE CUDATIR E'
Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, sersaxî ji hemû malbatan xwest û wiha got: "Ey Erdogan, êdî ti cudatiya te û Hîtler ji hev tine. Gelê Cizîrê êdî te wekî Hîtler qebûl dikin. Rayedar dibêjin li Cizîrê sivîl nehatin kuştin. Ger ku sivîl nehatin qetilkirin zarokê 35 rojî Muhammed kî ye. Ger Muhamedê 35 rojî terorîst be, em hemû terorîst in"
'EM NEÇARIN LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN TÊBIKOŞIN'
Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Sezaî Temellî, anî ziman ku li gel hemû êşan ew ji daxwaza azadiyê venagerin û wiha got: "Sedema hemû êrîşan ji ber ku Erdogan 400 wekîl negirtine ye."
'SERÊ GELÊ CIZÎRÊ WEKÎ ÇIYAYÊ CÛDÎ BILIND E'
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê ku 9 rojên OHAL'ê di nava gel de bû Faysal Sariyildiz ku bû şahidê hemû êrîşên dewletê û berxwedana gel di axaftinê de car caran hestiyar bû. Sariyildiz wiha got: "Îro Cizîr bi birîndar û bi hêrs e. Lê Serê gelê Cizîrê wekî Çiyayê Cûdî bilind e. 9 rojan li dijî gelê Cizîrê êrîşên hovane pêk hatin. Gelê Cizîrê li dijî van êrîşan rûmeta Rojhilata Navîn parast. Piştî welatiyan cenaze wergirtin, danîn ser milê xwe û heta Goristana Şehîtgeha Beriwanê meşiyan. Girseyê darbesta Muhammedê 35 rojî danîn ser milan û li pêşiyê meşiyan. Cenaze bi dirûşm û dûayan hatin definkirin.