Demîrtaş: Hêza me heye em li dijî AKP'ê li ber xwe bidin; em bêçare nînin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, li Meydana Deriyê Çiyê ya Sûrê, ku derketina derve hatiye qedexekirin û terora polîsan lê heye, ji gel re axivî.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, li Meydana Deriyê Çiyê ya Sûrê, ku derketina derve hatiye qedexekirin û terora polîsan lê heye, ji gel re axivî. Demîrtaş banga aştiyê kir û destnîşan kir ku KCK ji bo agirbesta dualî amade ye, lê AKP di şer de israr dike. Demîrtaş xwest destek ji bangên aştiyê re were dayîn û diyar kir ku hêza wan heye li dijî AKP'ê li ber xwe bide.

HDP û DBP'î piştî Walîtiya Amedê li navçeya Sûrê derketina derve qedexe kir, ber bi Meydana Deriyê Çiyê ve herikîn. Polîsan bi bendan ketina Derê Çiyê û Sûrê Kolana Gaziyê girtin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta wekîlên pê re hatin Meydana Derê Çiyê. Demîrtaş li qadê daxuyanî da û bibîr xist ku koma HDP'ê li cihên biryara qedexeyê lê hene û pevçûn lê diqewimin, e. Demîrtaş anî ziman ku ew hewl didin bi diyalog, siyasetê rêya aştiyê vebikin û got: "Dema em li vir daxuyaniyê didin li Sûrê dengê çek û helîkopteran tê me. Li şûna pirsgirêkan bi rêyên diyalogê çareser bike serî li şer dan û ev yek bi kêrî kesî nayê."

'ALIYEK ŞER DIXWAZE, ALIYÊ DIN JÎ AGIRBESTÊ DIXWAZE'

Demîrtaş anî ziman ku gel piştgiriyê dide pêvajoya diyalogê û wiha axivî: "Gelê me piştgiriyeke gelek mezin da pêvajoyê. Me daxwaza xwe ya aştiyê û banga xwe yek alî nekir û em nakin jî. Me daxwazên gelên Tirkiyeyê anîn ziman. Banga me ya divê demildest dest ji çekan bê berdan û agirbesta yek alî bê îlankirin bangeke ji rêzê nîn e. Ev bang ji rêz nîn e. Divê hemû bangên me weke nêrîna gel bên nirxandin. Divê Enqere jî û Qendîl jî bersiva projeya hêviya gel bide. Em li benda vê yekê ne. Bersivên ji bangên me re hatin dayîn hene. Dibêjin wê operasyon heta dawiyê bidomin û heta terorîstek hebe wê berdewam bikin. Yek jî dibêjin em ji agirbestê re amade ne. Bi mîlyonan kesên piştgirî dan me hene. Di sala 2015'an de li ser vê erdnîgariyê siyaseta demokratîk gelek bi hêz bû û piştgiriya gelê me ya bi hêz heye. Em xwedî wê hêzê ne ku polîtîkayên AKP'ê bisekinînin û em bêçare nînin. Em şahidiya polîtîkayên AKP'ê yên şaş dikin. Em hemû zextan dibînin û gelê me van zextan dijî."

'DESTEKÊ BIDIN BANGÊN ME YÊN JI AŞTIYÊ'

Demîrtaş girtina Hevşaredarên Sûrê bibîr xist û wiha pê de çû: "Ji ber ku daxwazên gel anîn ziman hatin girtin. Em ji çareseriya pirsgirêkan re amade ne. Ji bo li Sûr, Gever, Cizîr, Lice û Farqînê ti kes nemire gelê me deng da me û piştgiriya me kir. Bila hemû kes piştgiriyê bidin bangên me yên aştiyê. Lêgerîna aştiyê peywira me ya yekemîn e. Tevî ku hikûmeta demkî ye jî eger  wêrekiyê nîşan bide wê deriyên muzakere û diyalogê pêş bikevin. Wê hêza HDP'ê ya aştiyê bibînin. Em li vir diaxivin wê li pey me çend mirî rabibin û kî wê kê bide em nizanin. Em naxwazin li wir cenaze derbikevin."

Demîrtaş bilêv kir ku operasyonên ku di bin navê ewlehiyê de pêk tên çareseriyê nayne û wiha got: "Li Cizîrê bajarekî 120 hezar kesan 10 rojan hate dîlgirtin û wêran kirin. Li Cizîrê ji bo dewletê ji sedî yek bawerî hebe ew jî winda bûye. Pirsgirêka kurd bi dîrok, ziman û baweriya xwe ve jiyîn e. Hûn welat kirina wekî Sûriyeyê bi ser nakevin."

BERSIVA LI DAVÛTOGLÛ

Demîrtaş têkîldarî gotinên Ahmet Davûtoglû yê "Li Cizîrê gel bi kurdî dikarin bilorînin" û "Di navbera Bergama û Cizîrê de ferq tineye" jî nirxand û wiha axivî: "Em ji dibêjin divê ferq nebe. Lê gelê me yê li Bergamayê dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Şaredarê Bergamayê dema ku daxwazên gel pêk tîne nayê binçavkirin û ji peywir naê avêtin. Ji ber ku gel dibêje ez têro xwe dikim derketina derve nayê qedexekirin. Lê li Cizîrê şaredara ku daxwaza bikaranîna zimanê dayikê ya gel tîne ziman ji peywir tê girtin. Tîma A ya Davûtoglû jî dizane ku ev polîtîka şaş e. Em hemû jî vê yekê dizanin. Piştî ku hûn dilê 20 milyon kurdan bişikînin, jin û zarokan bikujin, tu bibî îxtidar an jî 400 parlamenteran bigirê çi bibe?" 

Demîrtaş ê nirxandina "dibe ku maseya aştiyê hatibe xirakirin lê sererastkirin di destê me de ye. Her yek ji me dikare ji lingekî bigire û rake. Ek kursiyan bînin cem maseyê divê yên ku biaxivin em rûnên. Ev axaftin salekî jî berdewam bike ji bo ku kes nemire em biaxivin. Di rewşên wisa de yên ku rûnanên tirsonek e" kir wiha berdewam kir: "Ma bi îmha, çewisandin û tunekirinê ve aştî pêk tê. Di dema damezirandina HDP'ê de me li Stenbol, Îzmîr û Edîrneyê çi got, tiştên ku em li Meydana Şêx Seîd jî vê dibêjin. Yên ku ji rojava heta rojhilat deng dane me ji bo welat parçe nebe, em bi biratî bijîn deng dan. AKP dixwaze vê asteng bike."

Demîrtaş anî ziman ku divê qedexeya li Sûrê bê rakirin. Di dem axaftina Demîrtaş de jinek hate cem Demîrtaş û gotina "Ez ji rojava hatim, min ev hovîtî dît, mirovên vir çi dikişînin min dît dengê min ji we re ye" bi kar anî.