Heyeta HDP, DBP, KCD û HDK'ê bi YNK'ê re hevdîtinê dike

Heyeta ji nûnerên HDP, DBP, KCD û HDK'ê li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî re danûstandinan dike. Heyet di destpêkê de bi YNK'ê re hevdîtinê dike.

Heyeta ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, ji bo hin danûstandinan hat Başûrê Kurdistanê. Heyet di destpêkê de li bajarê Silêmaniyeyê bi YNK'ê re hevdîtinê dike.

Heyet ji aliyê endamên Polîtburo ya YNK'ê Xêro Xan, Omer Fettah, Alîkarê Sekreterê Giştî Mele Bextiyar û komeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtina heyeta HDP, DBP, KCD, HDK'ê ya bi YNK'ê re dewam dike.

Heyet wê piştre bi Tevgera Goran re rûnê. Tê payîn ku heyet sibe jî li bajarê Hewlêrê bi Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê re hevdîtinê bike. Heyet wê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê jî ziyaret bike.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek der barê armanca hevdîtinên xwe de diyar kir ku ew dixwazin li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan, agahiyan bidin rêxistinên Başûrî. Yuksek destnîşan kir ku girîng e mîna Kobanê û Şengalê Kurd di vê demê de jî helwesteke hevpar li dijî êrîşan nîşan bidin.