Li Farqînê êrîşên polîsan dijwar bûn
Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşên polîsan dijwar bûn. Hat gotin ku li taxên di bin êrîşî de kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene.
Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşên polîsan dijwar bûn. Hat gotin ku li taxên di bin êrîşî de kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene.
Li navçeya Farqînê ya Amedê êrîşên polîsan dijwar bûn. Hat gotin ku li taxên di bin êrîşî de kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. Heyeta HDP'ê ya li Farqînê ji bo birîndaran bigirin çûn taxan û welatî jî di hedefa sekvanên li avahiyên bilind bi cih bûn de ne.
Li navçeya Farqînê ya Amedê li 3 taxan qedexeya kolanan hat îlankirin û piştî vê yekê li taxan êrîşên polîsan zêde bûn û berdewam dikin. Li taxên Mescît, Tekel û Konak tê gotin mirî û birîndar hene. Li gorî agahiyên ji taxên di bin dorpêça polîsan de hatin girtin êrîşên polîsan zêde bûn û gelek gule li malan ketin.
HEYETA HDP'Ê LI FARQÎNÊ YE
Heyeta HDP'ê ya di nav de wekîlên HDP'ê Edîp Berk, Altan Tan, Osman Baydemîr û Seher Akçinar jî heye hatin Farqînê. Heyetê yekemîn Şaredariya Farqînê ziyaret kirin û piştre jî bo bîrîndaran bigirin bûn du kom çûn taxên Mescît û Tekelê.
WELATÎ DI HEDEFA SEKVANAN DE NE
Hat ragihandin ku li tevahiya avahiyên bilind ên navçeyê sekvan bi cih bûne û êrîşî welatiyan dikin. Hat dîtin ku wesayîtên zirxî yên li ser rêya Amedê bi cih bûne jî derdorê gulebaran dikin. Li navçeya dengê teqîn û çekan tên.