Gerîlayê HPG’ê Hacî Alturk (Serdem Pîran) ku li gundê Heştanê di operasyona artêşa Tirk a Şirnexê bi êrîşa helîkopterên Kobrayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Qilabanê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Hacî Alturk (Serdem Pîran) ku li gundê Heştanê di operasyona artêşa Tirk a Şirnexê bi êrîşa helîkopterên Kobrayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Qilabanê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Hacî Alturk (Serdem Pîran) ku li gundê Heştanê yê li qûntarê çiyayê Cûdiyê di operasyona artêşa Tirk a Şirnexê di êrîşa helîkopterên Kobrayê de jiyana xwe ji dest dabû, li Qilabanê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin. Piştî li otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, malbata gerîlayê HPG’ê Alturk cenaze wergirtin û bi konvoyekê ketin rêya navçeya Qilaban a Şirnexê. Li Qilabanê hezaran cenazeyê gerîlayê HPG’ê Alturk pêşwazî kir û birin Camiya Navendî ya Qilabanê. Piştî karûbarên olî, gel cenazeyê gerîlayê HPG’ê Alturk hilgirtin ser milên xwe û bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Şehîd Serdem Nemir e” berê xwe dan goristana navçeyê. Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Ferhat Encu, rêveberên navçe û bajar ên HDP,DBP’ê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de rêz hat girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat gotin.
Di merasîmê de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu destnîşan kir ku pêwîst e gelê Kurd li ciwanên xwe xwedî derkeve û wiha got: “Wekî her rojê, îro jî ev gel dîsa zarokekî xwe yê wêrek û qehreman spart axê. Bi hezaran ciwan ji bo azadiya gelê me û xwişk û biratiya gelên Tirkiyeyê pêk bînin bê ku teredut bikin laşên xwe spartin axê û hê jî wiha ye.”
Piştî Encu, apê gerîlayê HPG’ê Alturk, Zade Alturk sersaxî ji gelê Kurd re xwest û wiha berdewam kir: “Serdem şehîdê me yê 21’emîn e, em hêvî dikin ku wê şehîdê dawî be. Serê tevahî gelê Kurd û Rêber Apo sax be. Serdem şehîdê tevahî gelê Kurd e.”
Piştî axaftinan, hezaran bi dirûşman gerîlayê HPG’ê Alturk spartin axê.