'Bi girtina rêyan re tê xwestin herêm ji mirovan bê xalîkirin'

Esnafên Pulurê, ji ber ku dewletê ev 3 roj in rêya Dêrsim-Pulurê li çûn û hatinê girtiye, dikanên xwe venekirin. Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Şahîn got, "Girtina rêyan yek ji polîtîkayên xalîkirina herêmê ji mirovan e."

Walîtiya Dêrsimê, ji 15'ê Îlonê û vir ve rêya Dêrsim-Pulurê bi hinceta "ewlekariyê" li çûn û hatinê girtiye.

Esnafên Pulurê, ji bo vê rewşê protesto bikin, derabeyên dikanên xwe daxistin. Piştî ku gel biryar da bi meşê biçe Dêrsimê, Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn çû Pulurê û bi gel û esnafan re axivî.

Şahîn der barê mijarê de agahî da ANF'ê û got, "Rê girtî bû. Hêzên ewlekariyê dan xuyakirin ku ew ê nikaribin ewlekariya me pêk bînin, lewma ew ê destûra çûyînê nedin. Me jî berpirsyarî dan ser milê xwe û ji rêya girtî derbas bûn û xwe gihandin Pulurê."

Şahîn diyar kir ku hinceta pirsgirêka 'ewlekariyê' ya Walîtî derdixîne pêş, rasteqîn nîne û got, "Gelê ku ji ber pêkanînên salên 1990'î gundên xwe terikand, di destpêka salên 2000'î de li gundên xwe vegeriya. Jiyana xwe da rûniştandin. Li nava du geliyan dest bi karê çandiniya ekolojîk û xwedîkirina mêşên hingiv kir. Bi van pêkanînên girtina rê re, niha koçberî careke din li ser mirovan tê ferzkirin."

Şahîn da zanîn ku ji bo xalîkirina herêmê ji mirovan gelek polîtîka hatiye meşandin û got, "Biryarên girtina rê jî yek ji van pêkanînan e."

Şahîn da xuyakirin ku girtina rê bangorê li gundên derdorê jî dike û got, "Rêyên alternatîf hene, lê belê gelekî dûr in. Mirov nikarin di van rêyan de biçin. Nikarin nexweşên xwe bibin. Bandoreke neyînî li jiyana civakî û aboriyê dike."