YPG'ê ji bo Xelîl Kalo peyama sersaxiyê weşand

YPG'ê ji bo nivîskarê Kurd Xelîl Kalo peyama sersaxiyê weşand û got, "Em hêvîdar in wê hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd, ji bo pêşeroja azad û bi rûmet a Kurdan li ser şopa Mamoste Kalo bimeşin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ji bo nivîskarê Kurd Xelîl Kalo yê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Bi Dilekî xemgîn agahiya çûyîna nivîskar û rojnamevan mamoste Xelîl Kalo ser dilovaniya xwe me wergirt. Em jî wek YPG’e ji malbatê, hevrê û hogirên wî, hemû rewşenbîr û tevahî gelê Kurd re sersaxî dixwazin.

Mamoste Xelîl Kalo mînakek herî balkêş bû wek rewşenbîrek welatparêz xwedî gotinek rast bû der barê pirsgirêk û êşên gelê xwe de. Bi nivîs û gotarên xwe yên li ser berxwedana YPG’ê û YPJ’ê li dijî hêzên terorîst û tarî mamoste Kalo bi endamnameya bilind ji aliyê reveberiya giştî a YPG’ê ve hatibû xelatkirin.

Carekî din em ji mamostê Kalo re soz didin ku rêya berxwedanê em ê berdewam bikin. Em hêvîdar in wê hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd, ji bo pêşeroja azad û bi rûmet a Kurdan li ser şopa Mamoste Kalo bimeşin."