Gerîlayê HPG’ê Bozan li Dihê spartin axê
Gerîlayê HPG’ê Alî Bozan (Dijwar Herekol) li navçeya Dihê ya Sêrtê bi merasîma hat lidarxistin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Alî Bozan (Dijwar Herekol) li navçeya Dihê ya Sêrtê bi merasîma hat lidarxistin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Alî Bozan (Dijwar Herekol) li navçeya Dihê ya Sêrtê bi merasîma hat lidarxistin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Alî Bozan (Dijwar Herekol) ê bi 5 hevalên xwe re li bejahiya gundê Heştan ê girêdayî Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dihê ya Sêrtê spartin axê. Gelek kesên ku di nav wan de Parlamentera Sêrtê ya HDP’ê Hatîce Sevîptekîn jî hebû, cenazeyê Bozan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin. Cenazeyê Bozan li herêma Birîniye ji aliyê girseyeke qerebalix ve hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê bi konvoyekê anîn Dihê, welatiyan di ketina navçeyê de cenazeyê gerîlayê HPG’ê danîn ser milên xwe û bi dirûşman anîn Mizgefta Bahçelîevler. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Bozan ânîn goristanê û bi dûayan spartin axê.
Piştî rêzgirtinê bavê gerîlayê HPG’ê Bozan, Îsa Bozan got: “Ev tenê ne şehîdê me ye, şehîdê me hemûyan e. Şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê sax be.”
Piştre Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Sêrtê Reşît Teymûr ji malbata Bozan re sersaxî xwest û wiha axivî: “Gelê Kurd sedan sala têkoşîna hebûnê da. Îro ciwanên Kurd ji bo gelê Kurd û mirovahiyê ji van dagirkeran biparêzin, berdêlên mezin didin. Em ji vir sozê didin ku ger erd û ezman jî biqelişe, em ji rêya Dijwar Herekol û hevalên wî venagerin; em ê têkoşîna wan bilindtir bikin.”
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn Dihêyî bi yekîtî û hevrebûnê silav kir û got: “Em Cizîrê ji xwe re bikin tecrûbe û em nehêlin tiştên li wir hatin jiyîn li Dihê jî çêbibin, werin em yekîtî û biratî û xwişktiya xwe xurttir bikin. Ji bo em aştî û hizûrê bînin em wek gelê Dihê soz didin ku em ê yekîtî û biratî û xwişktiya xwe xurttir bikin.”
Piştî axaftinan, li derketina goristanê, malbata Bozan taziye qebûl kirin û piştre derbasî Dîlokê bûn. Malbata Bozan wê li konê ku li Taxa Guzel Vadî ya navçeya Şahînbey a Dîlokê taziyan qebûl bike.