BI DÎMEN

Terora dewletê ya li Cizîrê, li Tambovê hat şermezarkirin

Nûnerên saziyên Kurdan û dostên gelê Kurd ên li bajarê Rûsya Tambovê hatin cem hev, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Cizîrê şermezar kirin.

Li bajarê Rûsya Tambovê, bi armanca şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Cizîrê, civînek hat lidarxistin. Civîna li Navenda Xebatê ya Dîcle hat lidarxistin, ji aliyê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê ve hat organîzekirin.

Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan di axaftina xwe ya li civînê de ragihand ku, desthilatdariya Erdogan li Kurdistanê gelek sûcên şer kiriye û got, "Weke mînaka Roboskî, Erdogan li şûna ku hesabê sûcên kiriye bide, sûcên nû dike. Êdî gelê Kurd ji Erdogan re dibêje 'bisekine'." Şemoyan da xuyakirin, ku divê êdî gelê Tirk jî li hemberî Erdogan helwestê nîşan bide û di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de Erdogan û partiya wî bi temamî bê bandor bihêlin.

Şemoyan anî ziman ku AKP bi polîtîkayên xwe yên şer re hewl dide emrê xwe dirêj bike, lê belê ev lîstikên qirêj êdî ji aliyê hemû gelan ve tê dîtin û got, "Li Tirkiyeyê, niha partiyeke ku bi şerxwaziyê dixwaze emrê xwe dirêj bike û gelekî bi dirûşmên aştî û azadiyê li dijî vê partiyê derdikeve, heye. Em niha ji têkoşîna navbera van her du aliyan re şahidiyê dikin. Di herikîna dîrokê de ti carî nehatiye dîtin ku alîgirên aştî û azadiyê têk çûne. Ev yek jî nîşanî me dide ku AKP, çi zû çi jî dereng wê rojekê têk biçe."

Şemoyan da zanîn ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşa li hemberî gelê sivîl ê li Cizîrê, bi qetilkirina gelê Roboskî û bi tinehesibandina hiqûq û dadgeriyê re dixwaze emrê xwe dirêj bike ev xal destnîşan kir: "Desthilatdariyek êrîşî qada jiyanê ya gelê me dike, li cem me ti qîmeta xwe nîne. Pêwîste AKP bi lez û bez dawî li polîtîkayên xwe yên şer ên li Bakurê Kurdistanê bîne û bi gelê Kurd re li hev bike."

Di dewama civînê, de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û êrîşên AKP'ê şermezar kirin.