Di nava dorpêçiyê de jiyana rojane ya Cizîrê
Li hemberî pêkanîn û kiryarên rewşa awarte yên 10 rojan, gelê Cizîrê di berxwedanê de bi biryar e.
Li hemberî pêkanîn û kiryarên rewşa awarte yên 10 rojan, gelê Cizîrê di berxwedanê de bi biryar e.
Li Cizîrê, dîmenê piştî pevçûna navbera gel û tîmên tevgera taybet de derket holê, şîdeta êrîşan radixe pêş çavan. Şêniyên li taxên gelek sivîl lê hatin qetilkirin dijîn, êrîşa dewletê ya bi tankan a li hemberî berxwedana gel weke 'hêza dagirker' şîrove dikin. Şêniyên taxan dibêjin ku komkujiya hatiye kirin tê veşartin û destnîşan dikin ku 14 wesayîtên zirxîn li taxan hatine îmhakirin. Tê gotin ku tevî vê yekê jî hejmara leşker û polîsên mirine, ji raya giştî hatiye veşartin.
Meclîsa Gel a li Cizîrê îlana modela 'Xwerêveberiyê' kir, biryar da ku ti ji saziyên di bin kontrola AKP'ê de ne, nas neke. Beriya her tiştî, ji bo pêşî li girtina ciwanan were girtin, ciwanan li taxan xendek kolan ku nehêlin wesayîtên zirxî derbasî nava taxan bibin. Ciwanên ku ji bo ewlekariya xwe nobed girtin, ji ber êrîşa polîsan li ber xwe dan û pevçûn derket. Piştî qedexeya derketina derve ya berî 11 rojan ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hat ragihandin, tîmên tevgera taybet xwestin 3 taxên cuda yên Cizîrê dorpêç bikin û bi rojan êrîşî ciwanan kirin. Di navbera tîmên taybet û ciwanên Cizîrê de bi rojan pevçûna bi çekan rû da. Tevî ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, destûr nehat dayîn ku hêzên ewlekariyê yên dewletê bikevin nava taxan.
Dîmenê piştî şerê di navbera YPG û DAIŞ'ê de li Kobanê derket holê, li kolanên Cizîrê jî tê dîtin. Bi perdeyên li nava kolanan hatin girêdan û xendekên hatin kolandin re pêşî li ketin nava taxan hat girtin. Tîmên tevgera taybet jî li hemberî vê yekê, ji bo xendekan xera bikin, bi bombeavêjan re bi rojan êrîş kirin. Li taxan, ti mal nîne ku şopa guleyê lê tineye. Li taxên ku qebloyên elektrîkê hatin qutkirin û şebekeyên avêt hatin birîn, polîsan gule berdan depoyên avê yên li ser xaniyan û bi vî rengî xwestin şêniyên taxan bi rojan birçî û tî bimînin.
Şêniyên taxan dan xuyakirin ku ji roja destpêkê ya qedexeya derketina derve û pê ve, polîsên tevgera taybet ên daketin kolanan, polîsên temendirêj bûn û bi giranî bi Erebî û Kurdî diaxivîn. Şêniyên taxan anîn ziman ku ew ji bo dorpêçiyeke 9 rojan ne amade bûn, tevî vê yekê jî xwarina li mala xwe bi her kesî re parve kirine. Dan xuyakirin ku du rojan carekê jinên li taxekê li hev diciviyan, nanê sêlê lê dixistin û bi vî rengî stoka nan dikirin. Şêniyên taxan destnîşan kirin li hemberî êrîşên bi tankan, yekane hêza wan a parastinê vîna wan bû. Cizîriyên ji me re axivîn anîn ziman ku ji ber wan serî li ber zextên dewletê netewandine û vîna xwe nîşan dane, rastî êrîşa bi tank û topan hatine û diyar kir ku bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî tê wateya ji nedîtî hatina vê komkujiyê.
Welatiyan anîn ziman ku li taxa Nûrê ya di dema dorpêçiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, ji ber topbaranê gelek welatiyên sivîl bi sivikî birîndar bûne, lê belê ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan ragihandin ku li hemberî êrîşên hevpar ên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan, gelê Cizîrê ji heft heta heftê salî, ji dewlemend heta xizanan her kes bi 'ruhê seferberiyê' tevgeriyane. Cizîran ragihandin ku êdî dewlet nikare li rûyê Cizîriyan binêrin û gotin, "Ya wê me hemûyan bikuje, yan jî hurmetê nîşanî mafên bingehîn ên vî gelî bide." Jinan timî nifir li Serokkomar Erdogan kirin û gotin, "Yê ku biryara van komkujiyan daye, Erdogan e."
Li dû dorpêçiya 10 rojan çend wêne ji Taxa Nûrê bi vî rengî ye..