Demîrtaş: Li şûna rêvebiriya yek kesî, em Xweseriya Demokratîk ava bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş li navçeya Geverê li hember deh hezaran welatiyan axivî û got, "Li cihê rêvebiriya yek kesî ya Qesrê, Xweseriya Demokratîk ava bikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş li navçeya Geverê li hember deh hezaran welatiyan axivî û got ku ew ji bo çareserkirina 3 pirsgirêkên welat derketine rê û wiha got: "Bi pişavtin û înkarê û bi feraseta 'An hez bike an biterikîne' ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi faşîzma tundî çareserî nayê. Bi binçavkirin û girtinan hûn nikarin vî gelî bipelçiqînin." Demirtaş destnîşan kir ku ew dixwazin terîfa netewek nû bikin û wiha axivî: "Ne nav, naverok ji bo girîng e. Bila netewek demokratîk bibe, netewek wisa bibe ku hemû bawerî, ziman, çand di nav cudahiyên xwe de li gel netewê werin ba hev dû. em wek gelên tirkiyeyê netewek demokratîk û komarek demokratîk înşa bikin. Li cihê rêvebiriya yek kesî ya Qesrê, Xweseriya Demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê Gever, Cizîr û Farqînê rêveberiya xweser îlan kir. Em rêvebiriya dîkta naxwazin, rêveberiyek xweser dixwazin."

Heyeta HDP'ê ku tê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş jî heyî di çarçoveya gera herêmê de hat navçeya Geverê ya Colemêrgê. Demirtaş û şande di ketina bajêr de ji aliyê konvoyek ku bi sedan wesayîtan pêk tê hat pêşwazîkirin. Her wiha bi hatina şandeyê bi hezaran welatî derketin kolanan û bi dirûşm, tililî û kulîlkan şande pêşwazîkirin. Gelek parlementerên HDP'ê jî di şandeyê de cih girtin û şande piştre derbasî kolana Cengîz Topelê. Li vir jî deh hezaran welatiyan bi yek dengî dirûşmên "Kujer Erdogan", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana Cizîrê" berzkirin û dovîzên ku li ser "Em ne kurdên terorîst, kurdên ku nehatin pişavtin in" û "Cizîr ne tenê ye" dinivîsin hatin vekirin. Dema endamên şandeyê yek û yek derketin ser dikê coşa girseyê derket lûtkeyê û dirûşma "Bijî serok Apo" ji girseyê bilind bû.

Hevserok Demîrtaş li vir axivî û li ser encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê sekinî. Demirtaş destnîşan kir ku kesên ku li hember vê encamê xwe ranagirin her roj êrîşê vê vînê dikin û wiha got: "Gevera ku ji van êrîşan para xwe digire jî bi awayek heyet li ber xwe dide. Em vê berxwedanê slav dikin." Demirtaş da zanîn ku wan dema HDP'ê avakirine di destpêkê de pirsgirêka demokrasiyê girtine dest û wiha axivî: "Gelê kurd jî vê pirsgirêkê dijî. Ev pirsgirêk pirsgirêka kesên ji di welatê xwe de ji azadiya xwe dûr ketine, zimanê wan hatiye qedexekirin, ji mafê xwe yê rêvebiraya xweser dûr e û bi koletiyê re rû bi rû dimîne ye. Pirsgirêka duyemîn jî ji baweriyên mirovan diqewimin. Ya sêyemîn jî xizantî ye. Em xizan û birçî ne. Kesên di ser axa xwe ya dewlemend de û li ser xizneyê rûdinê jiyaneke xizan heq nake." Demirtaş anî ziman ku HDP ji bo her sê pirsgirêkan çareser bike dixebite û wiha berdewam kir: "Ji bo ku em pirsgirêkên nasname, bawerî, aborî û bêkartiyê çareser bikin divê di destê me de formûlek hebe. HDP ji bo vê formûlê bixe meriyetê hat avakirin. Em ji bo van ketin qada sîyaseta demokratîk. Bi feraseta înkar, pişavtinê û 'An hez bike an biterikîne' ev kar nayê çareserkirin. Bi faşîzma tundî çareserî nayê. Dixwazin bi binçavkirin û girtinan vî gelî bipelçiqînin. Hê jî vê berdewam dikin. Em ji bo ku alternatîfa van her dû rêyan nîşan bidinn li vê derê ne. Ne zilm, komkujî, îşkence, înkar û pişavtin bila biqewimin."

'EM Ê MAFÊN HER DERDORÊ BIXIN DESTÛRA BINGEHÎN'

Demîrtaş bi lêv kir ku ew naxwazin welat perçe bibe û ji hev qut bibe û wiha pê de çû: "Em dikarin di heman welatî û sînoran de bijîn. HDP navnîşana rêya rast, maqûl û aqîlane ye. Li Tirkiyeyê her çend derdorên cuda hebûn, em hatin ba hev du. Me got ku em dikarin bi hêza kurdan û hêza derdorên rojavayê Tirkiyeyê bînin ba hev du û jiyana azad, wekhev ava bikin. Hêjmara wê 20 mîlyon be jî em ê mafên her derdorê bixin destûra bingehîn. Em ê cudahî nexin nav mizgeft, cemevî û dêran. Her kesê dê baweriya xwe bi awayek azad bijî. Her kes wê ji rêveberiya xwe xweser ava bike û xweparastina xwe  bigire. Ev jî Xweseriya Demokratîk e. em bi vê 3 formulên demokratîk derketin rê. Heke hûn dengê xwe bidin me wê ev demokrasiya pirjimar jî berdewam bike. Gelê me sedî 13 deng dabe me jî em dizanin ku sedî 50'yî gel bi van rêgezên HDP'ê bawer dike. "

'EM XWERÊVEBERIYÊ  DIXWAZIN'

Demîrtaş bilêv kir ku ew dixwazin pênaseya nû ya neteweyê bikin û ev nirxandin kir: "Ne nav, naverok cewher girîng e ji bo me. Bila neteweyeke demokratîk be, ya ku yek zimanê wî tuneye, bawerî û mezheba wî ne yek be, çand, paşeroj, dîroka wî ne tenê be lê li ser esasê rêgezên bingehîn neteweya ku kom bûye em pênase bikin. Em wekî gelên Tirkiyeyê neteweya demokratîk û komara demokratîk înşa bikin. Li şûna rêveberiya yek zilam a qesrê xweseriya demokratîm ava bikin. Em piştgiriyê bidin rêveberiya xwecihî. Ev model ji bo Konak a Îzmîrê jî ji bo Çankayaya Enqereyê jî girîng e. Walî û qaymeqamê xwe hûn bixwe hilbijêrin. Hemû erk bila ya herêman be û hûn ji bo razemeniyan biryarê bidin. Heke şeradiraya vê derê bixwaze dibistanên kurdî vebe bila veke. Rêveberiya herêmî dê pirsgirêkên me yên ziman, çand, aborî û baweriyê çareser bike. Ji bo vê derbasî jiyanê bikin guhertineke destûra bingehîn a hêsan bes e. Em vê yekê diparêzin lê ew jî qala rêveberiya yek zilam dikin. Rêveberiyek bê dadî heye, wa ye Gever, Cizîr, Farqîn gel ji bo vê yekê jî xwerêveberî îlan kirin. Em nerêveberiya dîkta, xwerêveberiyê dixwazin."

LI DIJÎ YÊN KU ALÊ BI KAR TÎNIN NERAZÎBÛN

Demîrtaş bi bîr xist ku li dijî gelê kurd li her derê êrîşên nijadperest pêk tên û nirxandina "Lê li holê xebatekî cudakariyê tuneye niha tişta ku tê kirin parastina welat nîne, parastina qesrê ye. Divê civaka Tirkiyeyê vê baş fêm bikin. Qesrê ji ber vê yekê şer da destpêkirin. Li şûna ku ji bo tank, top, çekan mesrefê bikin bi wî pereyê werin em li vir dibistanê çêkin. Heyfa leşker, polîs, sivîl û gerîlayên jiyana xwe ji dest didin e. Divê rojavayê Tirkiyeyê dengê xwe bilind bime û pirsa çima ji bo pirsgirêkên ku dikare bi muzakereyan bê çareserkirin şer hatiye destpêkirin bike. Xwerêvebirin ne parçekirina welat e. Divê hemû kes xwe ji van fikaran xilas bike. Polîtîkayên dewletparêz ên Enqereyê êdî îflas kirine " kir. Demîrtaş diyar kir ku bi pêşengiya TOBB û Turk-Îş'ê ve tê xwestin "meşa alê ya li dijî terorê" bê kirin û wiha got: "Lê li dijî vî ala ku daniye holê tu êrîş tuneye. Ev berovajîkirine. Ev banga ku nîjadperestî, faşîzm û lîncê sor bike ye. Ev xetere ye. lê heke hûn ji bo aştiyê dimeşin weren em bihevre mil bi mil bimeşin. Divê xwe ji nêzîkatiyên gel tehrîq bike dûr bixin. Ev yekîtiya odeyan li hemberî êrîşên li dijî karsaz û karkerên Kurd pêk tên deng dernexist. Ma ew jî ne karker in, ne karsaz in."

'SERÊ TUNELÊ TÊ DÎTIN, BIHAR TÊ'

Demîrtaş got ku ew wekî HDP ti caran nekevin nabosekî û wiha nirxandin kir: "Em mil bi mil, dest bi dest bisekinin û rê nedin êrîşan. Em nabêjin 'kurdek bedelî cihanê ye' mirov ji mirov ne jortir in, em wekhev nêzî hemû nasname û gelan dibin." demîrtaş bang li gel jî kir û divê xwedî li ciwanên ku li kolan û taxan xweparastinê pêk tînin derkevin û gotina "Hindik ma, serê tunel tê dîtin, ronahî tê dîtin. Êdî bihar pir nêzîk e, berbang pir nêzîk e."

Demîrtaş piştre derbasî Elbakê bû.