Li Farqînê dengê teqîn û çekan tê
Li Farqînê danê êvarî piştî sewqiyata leşkerî dengê teqîn û çekan tê.
Li Farqînê danê êvarî piştî sewqiyata leşkerî dengê teqîn û çekan tê.
Li Farqînê danê êvarî piştî sewqiyata leşkerî dengê teqîn û çekan tê. Piştî qedexeya derketina kolanan a du rojan dewam kir û vê êvarê bi dawî bû, wesayîtên zirxî sewqî navçeyê hatibûn kirin. Her wiha li ser avahiyên bilind ên navçeyê sekvan hatibûn bicihkirin.
Piştî sewqiyata leşkerî li navçeyê dengê teqîn û çekan tê. Hat ragihandin ku li ser Cadeya Amedê ya dengê teqîn û guleyan tê, polîs bi wesayîtên zirxî digerin û bombeyên gazê diavêjin derdorê.
Li giştî navçeyê ku cih bi cih dengê teqîn û çekan tê bi taybet li taxên Ferîdûn û Baglar ên navçeyê dengê çek û teqînan tê.