Heyeta parêzvanên mafên mirovan rapora xwe ya têkildarî lêkolînên Cizîrê de aşkera kir û dan zanîn ku polîs û tîmên taybet welatî hedef girtin û di encama êrîşên polîs û tîmên taybet de 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Heyetê diyar kir ku divê hikûmeta hilbijartinê demildest dest ji polîtîkayên ewlehiyê berde û vegere muzakereyan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî 4’ê Îlonê ji aliye Walîtiya Şirnexê ve qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî vê yekê polîsan û tîmên teybet dest bi êrîşê kir û welatî qetil kirin. Piştî qedexeya derketina kolanan di 12'ê Îlonê de bi dawî bû heyeta ji saziyên ÎHD, TÎHV, PHD û Odeya Tabîban a Amedê pêk dihat li navçeyê têkildarî binpêkirina mafên mirovan kirin. Heyetê piştî lêkolînan rapor amade kir û rabora xwe bi civîna çapemeniyê li şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji raya giştî re parve kir. Serokê şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Nûnerê şaxa TÎHV a Amedê Bariş Yavuz, Endamê Konseya Yekîtiya Tabîban a Tirk Dr. Şeyhmus Gokalp û Nûnerê Heremê yê Şaxa ÎHD’ê Abdulselam Înceoren tevlî civînê bûn.
‘HEYETÊ LÊKOLÎNEKE BERFIREH KIR’
Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî di civînê de axivî û diyar kir ku piştî li navçeya Cizîrê dema qedexekirina derketina kolanan nekarîn bikevin navçeyê û wiha got: “Di dema qedexeya derketina kolanan de me bang li Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî, Komîserên Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê kir. Lê em piştî rakirina qedexeyê ketin navçeyê de. Me lêkolînekê berfireh kir.”
‘LI KURDISTANÊ SÛCÊ MAFÊN MIROVAN HATIYE KIRIN’
Bîlîcî bal kişand ser şerê 40 salan ê li Kurdistanê û wiha axivî: "Li Kurdistanê sûcê mafên mirovan hatiye kirin. Polîtîkayên îmha û înkarê nebûn çareserî. Ji derveyê rê û rêbazên demokratik çareserî pêk nayê. Bi kuştin û gundvalekirine encam nayê standin. Ev rêbaz ji beriya niha ji hat ceribandin lê tû tişt bi dest nexist."
‘DIVÊ ÇEK BÊDENG BIN’
Bîlîcî anî ziman ku şer bi axaftinê tê sekinandin û wiha got: “Em wekî parezvanên marên mirovan bang li her dû aliyan dikin ku bila çek bêdeng bin. Dive demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û dest pê muzakerayan bikin." Bîlîcî daxuyaniyên hin saziyên sivîl ên li Enqere jî rexne kir û axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoyê de vekirina alên tirk dê gelan li hemberî hev bîne. Ev ye rast nîn e. Eger dixwazin bibin parçeyekê çareseriyê bila alên spî vekin û bila dirûşmên, 'Di heman demê de aştî' berz bikin."
Piştî axaftina Bîlîcî, Nûnerê Şaxa TÎHV'ê yê Amedê Bariş Yavuz raporê xwend û wiha çavdêriyên xwe rêz kirin:
12'ê Îlona 2015’an de dema heyet ber bi navçeyê ve diçû, nêzî 10 wesayitên camên vî reş ber bi navçeya Nisebînê ya Merdînê ve diçû. Heyet şika tîmên teybet ji wan wesayitan kir. Ev buyer di raporên Farqîn û Sîlopiyê de ji hatîbû parvekirin.
Heyet li taxên Cûdî, Nûr û Yafesê lêkolînan pêk anin û di van taxan de dîmenên qada şer hatine tesbîtkirin. Li kolanan bi xendek û mevziyên hatin çêkirin û kolan bi perdayan hatiye girtin. Avahî û dikanên kolanan de zirar pêk hatiye, ji ber vî gelek avahî û dikan êdî nayê kar anîn. Guleyên di pevçûnê de hatî bikaranîn hêjî li kolanan in.
Di dema heyet li navçeyê lêkolînan dikir tû operatorên GSM’ê nadixebitîn.
Qedexeya derketina kolanan ya hatî îlankirin û 9 rojan berdewam kir di îlanê de hat gotin ku qedexe ji ber ewlehiya mirovan hatiye îlankirin. Lê ne ji ber vî yeke hatiye îlankirin, bi asteng kirina azadiya agahdariyê gotin hatiye pelevajîkirin.
Qedexeya derketina kolanan xizmetên şaredariyê ji sekinandiye û xizmetên rê, av, kanalizasyon û çop komkirin hatiye rawestandin. Ew jî tendûrîstiya cîvakê ber bi xetereyê ve biriye.
Her wiha di dema qedexe kirina derketina kolanan de çavdêriyên Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê jî wiha ne:
*Destûra bang hildanê û nimêja înê ne hatiye dayîn.
*Deriyên avahiyên HDP û DBP’ê hatine şikandin û gule baran li avahiyan hatiye kirin.
*Sedan avahî bi encama gulebaran û top baranê êdî nayê kar anîn.
* Jinên ducanî li malan zarokên xwe anîn dinê.
*Zarokên jiyana xwe ji dest dayîn, di dolabên cemidandinê de hatiye rawestandin. Welatiyên jiyana xwe ji dest dayîn bi qalibên cemedê hatin parastin.
*Marşa Mehterê li ser wesayitên polîsan hatiye lêdan û bi denge bilind ji gel dan guhdarkirin. Her wiha polîsan di wesayitan de heqaretên “Dolên Ermeniyan” û gelek heqaret dîn ji li gel kirîne.
* Li avahiyên qeymaqamtiyê, dibistan, nexweşxane û avahiyên fermî de tîmên teybet hatîn bicihkirin. Tîmên teybet jî heman avahî wekî karargahê bi kar aniye.
*Li ser dîwaran “Tugaya Tolhildana Tirk” û “TC li vir e” hatiye nivîsandin.
*Di taxan de serê kevokan hatiye jê kirin û gelek ajal jî bi guleyan hatine qetilkirin.
TESPÎT
1-Di dîroka 4’ê Îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê ji aliye walîtiyê ve bêdem qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. Di heman demê de polîs û tîmên teybet bi çekên giran operasyon da destpêkirin. Di dema operasyonan de li navçeyê de ceyran, av û xetên telefonan hatiye birin û cihên hewcehiyên lezgînî yên wekî firin û dermanxaneyan bi zorî dane girtin. Qedexe 8 roj berdewam kiriye û di sibehiya 12'yê Îlonê saet di 07.00’an de bi dawî bûye.
2-Di encama lêkolînên heyetê de, qadên ku operasyon pêk anîn qadên sîvîl lê dijîn e. Ji ber vî di operasyonê de ewlehiya welatiyan ne hatiye girtin û di operasyonê de polîs û tîmên teybet hêza zede bi kar aniye û binpêkirina mafên mirovan yê giran hatine jiyîn. Li gorî tespîtên heyetê din ava 8 rojan de gelek jê bi birîndar ji ber nehatin dermankirin bi giştî 22 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
3-Di dema operasyonê de welatiyên sivîl, ji aliye polîs û tîmên teybet ve hedef hatine girtin û birîndarên giran ji ber astengakirina ambulans û karmendên tendûristiyê jiyana xwe ji dest dan.
4-Welatiyên hatin astengkirin di malên xwe de hatîn tedavikirin. Di encamê de welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Gelek welatî li cihê buyerê jiyana xwe ji dest dan. Piştî rakirina qedexeya derketina kolanan jî gelek welatî ji ber ewlehiyê nikari heri nexweşxaneyê û di malên xwe de tedavi ya xwe didomênin.
5-Di dema operasyonê de gelek avahî û dikan zirar dîtin û gelek welatî jî ji ber ewlehiya canê xwe ji malên xwe derketine, gelek jî bi zorî ji navçeyê derketîne.
6-Ji aliye heyete ve qanat hat dayîn ku di dema operasyonê de polîs û tîmên teybet 'sucdar-balkêş-bêsuc' ji yêk cuda ne kiriye û sîvîl hedef girtîne. Ev jî encama destura zede ya bi paketa ewlehiya hundir dayina polîsan û tîmên teybet e.
7-Armanca operasyonên hatî kirin ji aliye heyetê ve ne hat zelalkirin. Lewre bi îlankirina qedexeya derketina kolanan re ji ber girtina endamên rêxistinê operasyon hatî bû lidarxistin, lê tû nirxandin ne hat kirin. Ev jî nîşan dide ku ev operasyon li dijî gel hatiye lidarxistin û bi operasyonê gel hatiye tirsandin û ji ber tirsandina gel operasyo hatiye lidarxistin.