Heyeta Ewropayî ji bo lêkolînan li Cizîrê ye
Hevseroka Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr jî di nav de heyata Ewropayê ji bo lêkolînan hate Cizîrê.
Hevseroka Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr jî di nav de heyata Ewropayê ji bo lêkolînan hate Cizîrê.
Hevseroka Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr jî di nav de heyata Ewropayê ji bo lêkolînan hate Cizîrê. Rebecca Harm a ku dema lêkolînan dema lêkolînan de axivî diyar kir ku ew ê hewldanên pêwîst bikin.
Heyeta Keskan a Ewropayê jî ji bo lêkolînan hate navçeya Cizîra Şirnexê ku di 9 rojan de 21 sivîl hatin qetilkirin. Hevseroka Koma Keskan a Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms û Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr jî di nav de heyeta Ewropayê bi Hevserokê Partiya Pêşeroja Çepgir a Keskan a Tirkiyeyê Nacî Sonmez re hatin Cizîrê. Heyeta ku hate navçeyê di çarçoveya lêkolînan de ewil hate serdana Şaredariya Cizîrê û ji aliyê Hevşaredarê Cizîrê Kadrî Konur û Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Mîthat Sancar û Alî Atalan ve hate pêşwazîkirin.
OZDEMÎR: VEGERA TIRKIYEYÊ YA VÊ PÊVAJOYÊ EM XEMGÎN KIRIN
Di hevdîtina ku li salona civînê ya şaredariyê pêk hat de heyetê ji bo kesên xizmên xwe winda kirine sersaxî xwest û hate gotin êşên wan parve dikin. Cem Ozdemîr diyar kir ku vegera Tirkiyeyê ya vê pêvajoyê ew xemgîn kiriye.
Ozdemîr di berdewama axaftina xwe de jî wiha axivî: "Ez hêvîdar im her du alî jî vegerin pêvajoya çareseriyê. Dîsa em dixwazin her du alî jî di demeke kir de biryara agirbestê bigirin. Me di hilbijartinên bihurî de biryara piştgiriya HDP'ê girt. Hem nêzîkatiya wî ya aştiyê hem jî ji ber ku cudatiyan û dewlemendiyan diparêzê me piştgirî da."
HARMS: PÊŞDÎTINAN TIŞTÊN HATIN JIYÎN HEBÛ
Rebecca Harms jî anî ziman ku piştî pêvajoya aştiyê careke din vegera şer dilên mirovan şikandiye, birîndar kiriye, ji bo ev birîn kûr nebin divê di demeke kin de vegera pêvajoya aştiyê çêbe. Harms wiha berdewam kir: "Ev pêşketinên ku me hemû birîndar kir pêşketinên ku pêşdîtinên wî hebûn bûn. Heke li gorî vê nêzîkatî çêbûba tiştên îro nediqewimî." Harm got ku ew ê çavdêriyên xwe yên vê derê ji bo hewldanên pêwîst bikin wê bi kar bînin.
Faysal Sariyildiz jî ji bo ku di pêvajoyake wisa de ew tenê nehiştine spasiyên xwe li heyetê kir. Sariyildiz destnîşan kir ku li Cizîrê di 9 rojan de qirkirin û êşekî mezin hatiye jiyîn û tiştên ku qewimîne di şer de jî nayê dîtin, tîmên taybet destûr nedane ku birîndar biçin nexweşxaneyan jî û ji ber astengiya tîmên taybet gelek birîndaran jiyana xwe ji dest dane.
WÊ LI TAXA NÛRÊ LÊKOLÎNAN BIKIN
Heyetê gotinên Sariyildiz li cem xwe wekî nîşe nivîsnadin û piştî hevdîtinên vê derê ji şaredariyê veqetiyan. Heyet dê biçe serdana Baroya Şirnexê û ÎHD'ê jî piştre jî li taxa Nûrê lêkolînên xwe bidomîne.