Li Elbakê çalakiya mertalên zindî didome

Li navçeya Elbakê 10 roj berê li hemberî qedexekirina herêma Serelbakê welatiyan dest bi çalakiya mertalên zindî kir û çalakî hê didome.

Li navçeya Elbakê 10 roj berê li hemberî qedexekirina herêma Serelbakê welatiyan dest bi çalakiya mertalên zindî kir û çalakî hê didome.

Li navçeya Elbakê ya Wanê herêma Serelbakê ji hêla Walîtiya Wanê ve wekî "herêma ewlehiyê" hat îlankirin û welatiyên li taxa Aşkîtanê ya nêzî herêmê dijîn li hemberî qedexeyê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Çalakiya mertalên zindî di roja 10'emîn de bênavber didome. Her du rojan carekê welatiyên 2 taxên cuda nobetê dewr digirin. Koma nû ya ji taxên Kanîreş û Harînabatê hatibûn, bi piştgiriya rêveberên DBP, HDP û hevşaredaran nobet dewr girt. Koma ku nobetê digirin roja xwe bi nîqaşan û turnuvayên futbolê derbas dikin û êvara xwe jî bi avakirina dîwan dengbêjan û heta derengiya şevê bi gerandina govendê derbas dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan çû serdana mertalên zindî.

'EM DIXWAZIN EV XWÎN RAWESTE'

Welatiya ku li herêmê nobetê digire ya bi navê Beybûn Dîk hestên xwe bi van hevokan anî ziman: "Ez dayika şehîda me û li ser navê hemû dayikên şehîdan diaxivim. Bila êdî xwîn nerije û dayik negirîn. Em dixwazin ev xwîn rawest e. Ji bo vê yekê em di çalakiya mertalên zindî de nobetê digirin."