Li Geverê sivîl tên bombekirin

Li Geverê li derdora Fermandariya Tumena Navçeyê û Tabûra Efeler ku dengê çek û topan hat û şûnde taxên Yeşîldere û Dize hatin topbarankirin.

Li Geverê li derdora Fermandariya Tumena Navçeyê û Tabûra Efeler danê êvarî ku dengê çek û bombeyan hat û şûnde taxên Yeşîldere û Dize hatin topbarankirin. Piştî demeke kurt ji Fermandariya Tumenê û Tabûra Efeler taxên Yeşîldere û Dize bi awayekî zêde hatin topbarankirin.

Hat diyarkirin ku leşkeran, ji fermandariyê û tabûrê bi topan tax dan ber bombeyan û welatiyên sivîl bombe kirin. Di êrîşa leşkeran a bi topan de, xaniyê welatiyê bi navê Şevket Akay zerarek mezin dît. Welatiyên li malê bi şens bi silametî xelas bûn. Di bombebaranê de bombeyek li mala Necmettîn Ozer ê li Taxa Yeşîldere jî ket û Di êrîşê de gelek camên malê şikestin. Li navçeyê dengê çekan bilind dibe û topbarana li ser welatiyên sivîl jî didome.